“HEVRÊ ŞAHA SEMBOLA DIRUSTÎ Û FEDAÎTIYÊ YE”
KOMÎTEYA MALBATÊN ŞEHÎDAN KADROYA PKK’Ê ŞAHA HISÊN BIBÎRANÎ
Ji kadroyên PKK’ê Şaha Hisên bi nasnav Şaha Dêrik doh şêhîd bû.
Şaha Dêrik, ev demeke dirêj bû, bi nexweşiyê pençeşêrê ketibû.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê, Şaha Dêrik wekî “sembola dirûstî û fedayîtiyê!” pênase kir û ji malbatê re sersaxî xwest.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê, bi daxuyaniyekê kadroya PKK’ê Şaha Hisên bi nasnav Şaha Dêrik bibîranî.
Komîteyê bi berfirehê cîh da kurtejiyana Şaha Dêrik.
Di daxuyaniya xwe de Komîte, Şaha Dêrik wekî “sembola dirûstî û fedayîtiyê!” pênase dike.
Şaha Dêrik, di 1968’an de li gundê Gira Sor Feqe yê Dêrîka Hemko tê dinê.
Di malbateke walatparêz de mezin dibe û sala 1989’an tevlî nava refên PKK dibe.
Piştî tevlî tevgera şoreşê dibe, nêzî du salan di nava gel de kar dike
Girîngiyeke mezin dida çand û foklora Kurdî.
Di heman demê de stranên Kurdî weke pêşxistina çanda Kurdewarî dibîne.
KOMÎTEYA MALBATÊN ŞEHÎDAN KADROYA PKK’Ê ŞAHA HISÊN BIBÎRANÎ
“HEVRÊ ŞAHA JI BO RÊXISTINKIRINA GEL KEDEKÎ MEZIN DA; BÛ SEMBOLA FEDAYÎTÎ Û DILNIZMIYÊ”
Şaha Dêrik ji bo zîdetir partî nas bike û xwe bighîne asta kesayeta şoreşgerî, di 1991’an de derbasî akademiya Mahsûm Korkmaz dibe.
Bi kedeke mezin piştî ku perwerdehiya xwe bi serkeftî diqedîne, li gel komek hevrêyên xwe derbasî qada Rêbertiyê dibe.
Şaha Dêrik bi kesayeta xwe ya xweşik û dilnizm ve evîndarê xweza û çiya bû.
Sala 1996’an careke din vedigere qada Rêbertiyê.
Di sala 2000’î de weke mamosteya zimanê Kurdî zarokên Kurd fêrî zimanê dayikê dike.
Piştî şoreşa Rojava bi ruhekî fedayî tevlî xebatan dibe.
Bi tayîbetî li bajarê Efrînê xebat di meşîne û dibe sembola fedayîtî û dilnimziyê.
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê diyar dike ku ev demeke Şaha Dêrik, bi nexweşiya penceşêrê dikeve û têdikoşe.
Piştî meşekî dirêj û bi heybet hevrê Şaha 1’ê Cotmeha 2020’an, li Rojavayê Kurdistanê tevlî karwanê şehîdan dibe.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Şaha Hisên bi nasnav Şaha Dêrik, li Gundê Girê Sor Feqe yê Dêrika Hemko ji dayîk bûye 1’ê Cotmeha 2020’an li Rojava şehîd bû.
Nav û paşnav: Şaha Hisên
Nasnav: Şaha Dêrik
Navê Dayikê-Bav: Fatma- Reşîd
Cih û Dîroka Jidayikbûnê Gundê Girê Sor Feqe-Dêrik/ 10.02.1968
Dîroka tevlîbûnê: 1989
Dîroka derbasbûna welêt: 1991
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Rojava- 01.10.2020
Komîteya malbatên şehîdan di serî de malbata şehîd Şaha ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan nû kir.