Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Perwerdê ya KCK’ê xwest ku ENKS’ê ji gel lêborînê bixwaze 25.10.2020

 

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl di rojên borî de eşkere kiribû, ku ENKS dixwaze perwerdeya bi Kurdî û pergala hevserokatiyê were betalkirin.

Komîteya Perwerdê ya KCK’ê bi daxuyaniyekê ji ENKS’ê xwest ku dev ji siyaseta dijberiyê ya li hemberî destketiyên gelê Rojava berde û lêborînê bixwaze..

Komîteyê ragihand ku nirxê herî hêja ê şoreşa Rojava, xwendina bi Kurdî ye.

Komîteya Perwerdê ya KCK’ê bi sernavê “xwedîderketina li şoreşa Rojava û parastina nirxên wê, erka sereke a her Kurdekî welatparêz û azadîxwaz e.

Di daxuyaniyê de destketiyên şoreşa Rojava têne bibîrxistin û wiha dewam dike:

Dagirkeran bi sedê salan ji bo hebûna gelê Kurdan ji holê rabikin, bi herî awayî êrişî ziman, nasname û çanda Kurdistanê kirin. Herî zêde jî hewl dan zimanê me tine bikin. Ne tenê li cihên fermî û dibisanan, nehîştin em li malên xwe jî Kurdî biaxivin.

Hemû beşên civaka Kurd ji bo ku xwedî li hebûn û çanda xwe derkevin, li Efrînê, li Serêkanî û Qamişlo, li Cizîr û Nisêbînê, li Mehabad û Sinê, li Ranya û Slêmanî, berdêlên giran dan. Tenê ji ber ku bi Kurdî axivîn, ciwanên me ji aliyê dagirker û nijadperestan ve hatin kuştin.

Tevî ewqas zor û zehmetî jî, Kurd zimanê xwe parastin û pêş xistin. Encama şoreşa Rojava nîşaneya vê ya herî zelal e. Ji bo misogeriya vê parastinê jî yekîtî û hevgirtina gelê Kurd şert e.

Di rewşeke wiha de, daxwaza ENKS’ê ya rakirina perwerdeya bi Kurdî û sîstema hevserokatiyê rê li ber nerazîbûnan vekir. Ev helwest û bahaneyên pûç ên ENKS’ê bû nîşaneya dijminatiya li hember nirx û destketên gelê Kurd.

EKS’ê ya ku di her gavê şoreşa Rojavayê bi hevkariya li gel rêjîma Sûrî tewanbar dikir, îro bi helwesta xwe a li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî û bi piştgiriya xwe a ji bo sîsteam perwerdê ya rêjîmê du rastî raxistin ber çavan:

A yekem; ENKS’ê ji ber ku bi ti şêweyî beşdarî pêvajoya têkoşîna şoreşê nebû û ti berdêl neda, xwedî derketina li nirxên şoreşê wek erkê xwe nabîne.

A duyem; bi ferzkirinên wiha hewl dide pêvajoya hevdîtinên yekîtiya neteweyî bixe warekî aloz û dawiyê PYNK’ê bi têkdana hevdîtinan tewanbar bike.

Mijareke din a ku ENKS’ê li dij derdikeve sîstema hevserokatiyê ye.

Îdîa dike ku ev sîstem hin derdoran hêrs dike. Ev helwest, rasterast berdevkiya dijminane. Ev jî bê rêziya li hemberî îradeya jinê nîşan dide.

Ji ber van ferzkirinan, em bang li ENKS’ê dikin, da ku di zûtirîn dem de dest ji bê rêziya li hemberî nirxên şoreşê berde û lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv