Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê: Daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazan rewatir e 20.02.2021

 

KOMÎTEYA PERWERDEHIYÊ YA KCK’Ê:
DAXWAZA PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ JI HEMÛ DAXWAZAN REWATIR E

Komîtya Perwerdehiya KCK’ê, bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser zimanên ku li ber xeteriya tinebûnê ne, û bang li herkesî kir ku bi awayteke lezgin û bi biryar xwedî li zimanê xwe derkvin.

KCK’ê dide zanîn ku ziman ne tenê amûrekî vegûheztinê; di heman demê de nasname, dîrok, çand, wêje, hûner û felsefeya jiyanê a civaka xwe ye. Dema ziman bime re hemû pê re dimirin.

KCK da xuya kirin li qada cîhanê sedemê mirina gelek zimanan, pergala netew-dewlet û rêvebiriya wê ya qedexeker e û diyar kir ku ev pergalên zordest ji bo asimilekirina rengên cuda yên gelan pêşî ziman qedexe dikin.

KCK xala destûra bingehin ya Tirk ku bi awayeke vekirî rê li ber perwerdehiya Kurdî digire bibîrdixe û ev yek weke inkara gelan pênase dike.

KCK helwesta saziya navnetewî UNESCO ku qedexeyên li Tirkiyê ji nedîtî ve tê rexene dike û cih dide van tesbîtan:

KOMÎTEYA PERWERDEHIYÊ YA KCK’Ê:
SEDEMÊ MIRINA GELEK ZIMANAN, PERGALA NETEW-DEWLET E

“Dewleta tirk ne tenê li bakurê Kurdistanê herwiha li bajarên ku dagirkiriye weke Efrîn, Serêkanî û Girêspî perwerdehiya Tirkî li ser zarokên kurd û Ereb ferz dike. Li beramberî vê yekê perwdehiya pir zimanî ya li Rojava û heremên xweser yên bakur Rojhilatê Suriyê li cihanê nunumeyeke giring e.”

Bi wesileya vê rojê, KCK kedkarê zimanê kurdî mamoste Ferzad Kemanger ku di sala 2010’ê de ji aliyê rejima Iranê ve hat darve kirin bibîranî û bi numuneya zexta li ser Mamosta Zara Muhamedi bal kişand ser dijmunahya rejima Iranê ya li hemberî Kurdî.

Daxuyaniya KCKê wiha dewam dike:

Perwerdeya zimanê dayikê mafekî gerdûniye. Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din meşrutir e. Divê gelê me li her cihê, axaftin û nivîsîna bi Kurdî wek çalakiya parastina zimanê kurdî bibînin.

Roja zimanê dayîkê a navnetewî ji gelê me û ji hemû gelên tekoşer re pîroz be.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv