Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komiteya pêwendiyan a KCKê bersiv da rayedarên Amerîka 06.11.2020

 

Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê bersiv da daxuyaniya rayedarên Amerîkî ku PKK weke hedef nîşan didin.

KCK’ê daxuyaniya Amerikayê weke helwesteke provokatîf pênase kir û û got berpirsên esasî yên bûyerê ew kes in yên ku hêzên xwe şandin Garê.

KCK’ê li hemberî daxuyaniya ku Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser aloziya ku PDK li herêmên Gerîla çêdike dabû daxuyaniyek weşand.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bûyera di 4’ê mijdarê de li Çemankê qewimî agahî dan.

Û diyar kir ku roja bûyerê gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi awayeke pir hişyar hewldan ku pêşî li derketina şer bigre.

Di daxuyaniyê de ev hat gotin;

Mixabin ji ber bi israra PDK’ê ya ji bo pêkanîna operasyonê, zirareke canî çêbû.

Berpirsyariya wê bi temamî li ser milê wê îradeyê ye ku ew hêzên çekdar xistine tevgerê.

KCK’ê hewldanên raya giştî ya gelê kurd ji bo aramîkirina rewşê jî bi bîr xist û ev diyar kir:

Raya giştî ya gelê Kurdistanê li her çar beşên niştîman, daxwaza aramkirina rewşê û diyalogê dikin.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li şûna daxwaza bidawîkirina aloziyê bike, hewl daye agirê şer geştir bike.

Hewl daye cesaretê bide wan aliyên navxweyî û herêmî ku dixwazin agirê şerê Kurd-Kurd xweş bikin.

KCK’ê daxuyaniya Amerîkayê provokatîf pênase kir û wiha dewam kir:

Daxuyanî ji rastiyê dûre û li ser bingeha berovajî nîşandana bûyeran hatiye amadekirin.

Amerîka dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr û Iraqê bi hemû awayî teşwîq dike.

Amerîka deng ji dagirkeriya dewleta Tirk û sûcên şer ên Erdogan re dernaxîne.

Heta pê re hewl dide bi piştevaniya li siyaseta şerxwazî û berovajîkirinê ya PDK’ê atmosfera neyênî di nav hêzên Kurdî kûrtir bike.

KCK’ê li dijî daxuyaniya rayedarê amerîkî bang li gelê Kurd bi taybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê, kir ku li hemberî daxuyaniya provakatîf hişyar bin û hewldanên xwe ya ji bo aramî û çareseriya pirsgirêkan zêde bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv