Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya piştgiriya bi malbatên şehîdan re ya PKK’ê: Em şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi bîr tînin 31.12.2020

 

KOMÎTEYA PIŞTGIRIYA BI MALBATÊN ŞEHÎDAN RE YA PKK’Ê
“EM ŞEHÎDÊN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ HEMÛYAN BI BÎR TÎNIN”

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê têkildarî sala nû daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, şehîdên têkoşîna azadiyê di şexsê Qasim Engîn, Leyla Agirî, Egîd Civyan, Yilmaz Dersim, Amara Batman û şehîdê zindanê Sitki Bektaş de hatin bibîranîn.

Û wiha hat gotin:

Em soz didin, ku xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.

Di serî de malbatên me yên hêja ku lehengên fedakar û wêrek mezin kirine, sersala welatparêzên Kurdistanê û malbatên xwe yên şehîdan pîroz dikin.

Di daxuyaniya Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê hat bibîrxistin, ku hukûmeta faşîst a AKP-MHP’ê bi berxwedana tevgera azadiyê û gelê Kurd derbên giran xwarine û têk çûye.

KOMÎTEYA PIŞTGIRIYA BI MALBATÊN ŞEHÎDAN RE YA PKK’Ê
“JI BER KU JI ŞEHÎDAN DITIRSIN ÊŞKENCEYÊ LI CENAZEYÊN WAN DIKIN”

Ji ber krîz û kaosa tê de ye, bi rêbazên herî hovane êrişî gelê Kurd û tevgera azadiyê dike.

Dixwaze bi êrişa li dijî Şehîdgeh û gorên şehîdan, bîra civakî tine bike.

Êşkenceya li cenazeyên gerîlayan, nîşan dide ku faşîzm çiqasî ji şehîdan ditirse.

Di daxuyaniyê de bi mehan û salan nedana cenazeyên şehîdan hat bibîrxistin û ev yek weke êrişeke li dijî malbatên şehîdan hat binavkirin.

KOMÎTEYA PIŞTGIRIYA BI MALBATÊN ŞEHÎDAN RE YA PKK’Ê
“EM SEKNA DAYÎKÊN XWE YÊN BI RÛMET SILAV DIKIN”

Em bi faşîzmeke ewçendî hov re rû bi rû ne, ku cenazeyên şehîdên me bi kargoyê ji malbatên me yên hêja û dayîkên me re dişîne.

Dayîkên me yên bi rûmet û fedekar jî bi nobeta xwe ya li goristanan û sekna xwe, bersiveke mezin didin faşîzma AKP-MHP’ê

Em vê berxwedana dayîkên xwe silav dikin.

Di daxuyaniya Komîteya PKK’ê de pêngava Dem Dema Azadiyê ye hat bibîrxistin û wiha hat gotin:

KOMÎTEYA PIŞTGIRIYA BI MALBATÊN ŞEHÎDAN RE YA PKK’Ê
“DIVÊ DESTÛRA BI ŞEV VEŞARTINA CENAZEYAN NEYÊ DAYÎN”

Em di sala 43’yan a tevgera xwe ya azadiyê de xurttir, zêdetir nêzî azadî û serfiraziyê ne.

Emê bi fermandariya şehîdên xwe yên nemir, bêhtir xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin.

Ji ber vê yekê pêşengiya malbatên me yên şehîdan ji her demê zêdetir girînge.

Ji ber vê yekê divê veşartina cenazeyên şehîdan bi şev bi ti awayî neyê qebûlkirin.

Oxirkirina şehîdên me bi awayekî girseyî, wê derba herî mezin be ku li dagirkeran bikeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv