Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan Re ya PKK’ê Hayrettîn Er (Zinar) bi bîr anî 19.02.2021

 

ŞEHÎDÊN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ
KOMÎTEYA PIŞTGIRIYA BI MALBATÊN ŞEHÎDAN RE YA PKK’Ê HAYRETTÎN ER (ZINAR)BI BÎR ANÎ

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê bi weşandina nameyekê gerîlayên ARGK’ê Hayrettîn Er bi nasnav Zinar bi bîr anî.

Name ji bo malbata şehîd Zinar hat weşandin.

Di nameyê de wiha hat gotin:

Li ser navê tevgera xwe tevahiya malbatê bi hezkirineke mezin silav dikin û hurmeta xwe raber dikin.

Ji ber şert û mercên em tê de, me zehmetî dît ku em xwe bigihînin hin çavkaniyan û navnîşana we.

Hêviya me ew e ku hûn me di vê mijarê de fêm bikin.

Hevalê me yê hêja, kurê we Zinar êşa gelê xwe ji kûrahiya dilê xwe hîs kir, azadiya gelê xwe di refên gerîla de dît û beşdarî PKK’ê bû.

Hevrêyê me yê serbilind û wêrek Zinar doza azadiya Kurdistanê weke maneya jiyanê dît.

Ji roja destpêkê ya beşdarî refên gerîla bû heta roja ku şehîd bû, di her kêliya xwe de ji bo azadiya welat û gelê xwe şer kir.

Dilsozekî mezin ê gel, welat û Rêber Apo bû.

Bi fedekarî xebitî û di Hezîrana 1989’an de li qada Garisa ya herêma Botanê di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de bi lehengî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.

Bila serê malbatê û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.

Weke hevalên wî yên sîlehê, em jî bi qasî we êşa hevrêyê xwe dikşînin.

Em ê bi mezinkirina têkoşîna şehîdên xwe û hilgirtina çek û sîleha heval Zinar, êşa xwe bi dawî bikin.

Hûn çiqasî bi hevrêyê me serbilind bin, wê kêm be.

Em hevrêyên şehîd Zinar, wê timî serê me bilind be.

HAYRETTÎN ER
ZINAR
MÊRDÎN-NISÊBÎN
DÊ Û BAV: HALÎME-HASAN
HEZÎRANA 1989’AN-GARISA BOTAN

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv