Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê pêngava dem dema azadiyê ye silav kir.
PKK’ê got; Dem hatiye ku faşîzma AKP-MHP’ê bê hilweşandin û azadî bê afirandin. Wê demê tu jî tevlî pêngava berxwedan û azadiyê bibe! Tu jî li dijî faşîzmê têbikoşe û azadiyê bi dest bixe.
Komîteya Rêveber a PKK’ê li ser pêngava dem dema azadiyê ye daxuyaniyek weşand.
PKK’ê anî ziman ku pêngav ji bo hilweşandina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê, têkbirina dagirkeriyê ye û wiha got;
Sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bûye navenda zilm û paşverûtiya cîhanê. Ji ber vê yekê hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê wê bibe qedandina şer û tecrîdê.
Ev jî di hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê de ya Îmraliyê û di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de şênber dibe.
Pêngava berxwedan û azadiyê ya ku KCK’ê daye destpêkirin ji bo berjewendiyên hemû bindestan e û ji ber vê jî dibe pêngava her kesî. Dem hatiye ku faşîzma AKP-MHP’ê bê hilweşandin û azadî bê afirandin.
Wê demê tu jî tevlî pêngava berxwedan û azadiyê bibe! Tu jî li dijî faşîzmê têbikoşe û azadiyê bi dest bixe!”
PKK’ê diyar kir ku bi hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê re wê mirovahî bi serkeve û wiha got;
Pêngava berxwedanê ya ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye’ hedef dike ku têkoşîna antîfaşîst bigihîne hev, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne, pêngava me ya stratejîk a şerê gelê şoreşgerî bi ser bixîne. Lewma jî pêngava serketinê ye.
Ew ê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe, gelên me qezenc bikin, jin qezenc bikin, hemû mirovahî qezenc bike.
PKK’ê ragihand ku ev pêngav wê di heman demê de demokratîkbûna Tirkiyê jî bi xwe re bîne.
Komîteya Rêveber a PKK’ê got divê gelên Ereb û hêzên demokratîk, sosyalîst jî tevlî pêngavê bibin û ev bang kir;
Li dijî faşîzm û dagirkeriyê em bang li alîgirên azadî û demokrasiyê dikin ku bi xurtî tevlî vê pêngava azadiyê ya serketinê bibin û seferber bibin.
Em bang li hêzên xwe yên gerîla û xweparastinê hemûyan dikin, bang li tevgerên xwe yên jin û ciwanan, gelê xwe yê welatparêz ê li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê, ciwan û jinên qehreman ên Kurd dikin ku bi xurtî xwedî li pêngava berxwedanê derkevin.
Bi rengekî çalak tevlî bibin, çalakiyên afirîner û piralî bikin, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û li Kurdistanê jiyana azad û civaka demokratîk biafirînin!