Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Rêveber a PKKê derheqê bûyeren dawî de daxuyaniyekê da 08.11.2020

 

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehidên meha mijadarê bibîr anî û bal kişand ser wê yekê ku
li cîhanê, di vê demê de hin giherînên bingehîn pêk tên.

Lewma bang li gelê kurd kir ku baldar bin, tim di nava tevgerê de bin, xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
EM JI NIHA VE 43 SALIYA PARTIYA XWE PKK’Ê LI RÊBER APO, GELÊ XWE Û DOSTAN PÎROZ DIKIN

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî bûyerên dawî yên li Kurdistanê, bi taybetî hevkariya PDK’ê ya bi rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê re daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de pêşî nêzîkbûna salvegera 42. a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK’ê 27’ê Mijdarê hat bibîrxistin.

Di serî de Rêber Apo, em Cejna Partiyê, roja Vejîn û Berxwedanê li hemû hevrêyan, welatparêzan û dostan pîroz dikin.

Ji her kesê di sala 43’yan a PKK’ê de têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dike re serketinê dixwazin.

Bang li gelê xwe yê li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welêt dikin, ku bi rojan û hefteyan 43 saliya PKK’ê pîroz bikin.

Banga me ew e ku pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” bi vê wesîleyê were mezinkirin û belavkirin.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:

EM GEL Û TEVGER TÊKOŞÎNEKE MEZIN A LEŞKERÎ Û SIYASÎ YA LI GELEK QADAN DIKIN

Komîteya Rêveber a PKK’ê di şexsê Dozdar Hemo, Delal Amed, Azê Malazgirt û Reşîd Serdar de şehîdên Meha Mijdarê bibîranîn.

Di daxuyaniyê de têkildarî têkoşîna piralî û berfireh a tevgera azadiyê ya Kurd wiha hat gotin:

Ber bi pêşwazîkirina sala nû ya partiyê re, bûyerên dîrokî diqewimin.

Em gel û tevger, têkoşîîneke mezin a leşkerî û siyasî dikin.

Beriya her tiştî welatparêz û dostên me êşkence û tecrîda li Îmraliyê red dikin û dixwazin Rêber Apo azad bibe.

Êdî xwediyên wê jî nikarin vê pergala êşkence û tecrîdê rakin û ev yek di rapora CPT û MPKE’yê de jî hat dîtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv