Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Rêveber a PKK’ê: Di şexsê sê jinên şoreşger de êriş li mirovahiya azad hat kirin 07.01.2021

 

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê
“DI ŞEXSÊ SÊ JINÊN ŞOREŞGER DE ÊRIŞ LI MIROVAHIYA AZAD HAT KIRIN”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi minasebeta salvegera komkujiya 9’ê Çileyê a Parîsê daxuyanî da.

PKK’ê şehîdên 9’ê Çileyê Sakîne Cansiz Sara, Fîdan Dogan Rojbîn û Leyla Şaylemez Ronahî bi bîr anî û got:

9’ê Çile li Parîsê di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de bi esasî gule li azadiya jinê li mirovahiya azad hatiye reşandin bi astengkirina tevgera azadiya jinê hatiye xwestin ku hişmendiya serwer a mêr û siyaset were domandin.

PKK’ê diyar kir ku komkujî êdî ji her alî ve eşkereye ku ji aliyê AKP’ê ve hatiye kirin:

Biryara komkujiyê hikûmeta AKP’ê ya Erdogan daye.

Komkujî ji hêla MÎT’a ku qûtiya tarî a Erdogan, Hakan Fîdan hatiye plankirin û bicihanîn.

Li gel ku daraza Fransayê jî ev hemû eşkerekirin jî dîsa ji hikûmeta Erdogan hesab nepirsiye.

Daraza Fransayê bi vî rengî xwe kiriye hevkarê sûc.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê
“JI BER KU SÛCDAR NEHATIN CEZAKIRIN HER ROJ HIN KOMKUJIYÊN DIN DIBIN”

PKK’ê destnîşan kir ku Komkujiya Parîsê yek ji komkujiya herî hov a dîrokî ye û wiha dewam kir:

Ji ber ku sûcdar nehatine cezakirin nîqaşên li ser rûdanê didomin.

Hema hema di her salvgerê de, her roj rûdana komkujiyê didome.

Heta ku pergala dewleta tirk ya kujer, mêtinger û qirker hebe wê komkujî jî dewam bikin.

Komîteya PKK’ê di daxuyaniya xwe de li ser kesayeta her sê şehîdan jî nirxandinan kir û destnîşan kir ku di serî de şehîd Sara, şehîd Rojbîn û Ronahî xwe li ser xeta Apoyî perwerde kirine û bûne milîtanên xurt û serkeftî yên şoreşger

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê
“DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KOMKUJIYA PARÎSÊ Û PÊNGAVA DEMA AZADIYÊ BIBIN YEK”

PKK’ê destnîşa kir ku bi saya têkoşîna li dijî failên Komkujiya Parîsê hemû rûpoşên li ser rûyê pergala faşîst hatiye daxistin.

PKK’ê îşaret bi girîngiya domandin û xurtkirina têkoşînê kir û wiha dewam kir:

Divê têkoşîna li dijî Komkujiya Parîsê û pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” bibin ,

Divê ev têkoşîn li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê geştir bibe.

Bi şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê wê ji kujeran jî hesab were pirsîn.

Em ê ji bo ev mexsed bigihîjin serî zêdetir têbikoşin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir:

Em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe yên şoreşger, demokrat dikin ku di salvegera 8’an a komkujiyê bi rengekî xurtir dakevin qadan.

Em zêdetir li ser xeta serfiraziyê ya Pêngava Berxwedanê ya Dema Azadiyê têbikoşin û çalakiyên dewlemendtir bimeşînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv