Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Şehîdan a PKK`Ê : Fermandar û kadroyê pêşeng Dozdar Hemo Şehîd bû

 

KOMÎTEYA ŞEHÎDAN A PKK’Ê:
FERMANDAR Û KADROYÊ PÊŞENG DOZDAR HEMO ŞEHÎD BÛ

Ji Fermandarên HPG Dozdar Hemo şehîd bû.

Komîteya Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandar Dozdar Hemo Mijdara 2019’an di êrişa hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bû..

Dozdar Hemo ji Efrînê bû 30 salan di nava tevgera azadiyê de bê navber xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê kir.

Komîteya Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehadeta Abdurahman Hemo binasnav Dozdar eşkere kir..

Komîtê ragihand ku Dozdar Hemo Mijdara 2019’an li çiyayê Kurdistanê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bûye û wiha got:

Fermandar û pêşengê hêja yê partiya me, Dozdar Hamo Mijdara 2019’an bi êrîşa hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Heval Dozdar, 1969’an li navenda çanda azadiya Kurdistanê Efrînê ji dayik bû.

Di temenê xwe ê ciwan de li ber her cûreyên siyasetên qirkirinê rabû û ji bo azadiya Kurdistanê biryar da sala 1990’î tevlî nav refên PKK’ê bibe.

Piştî demeke perwerdê li qada Rêber Apo dît, hevrê Dozdar bi coş û moraleke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Salên dirêj di şertên herî giran de weke şervan û fermandareke tevgera azadiyê, bi erka xwe rabû.

Li gelek qadên têkoşînê, mohra xwe li serketinên mezin daye.

Hevrê Dozdar hem fermandar û hem jî hostayek zîrek ê ramanê bû. Bi nivîs, helbest û analîzên xwe yên siyasî, çavkaniya dewlemendiyê bû.

Salên dirêj di xebatên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de rêveberî kiriye, di serdemên krîtîk de bi rolên girîng rabûye.

Komîteya Şehîdan a PKK’ê îşaret bi rola girîng a Dozdar Hemo di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî kir û wiha got:

Dema şoreşa Rojava destpêkir, hevrê Dozdar bû xwedî kelecanekê. Bi hezkirin û biryadarî cihê xwe di nava şoreşê de girt û bû xwedî kedeke mezin.

Hişmendiya komunal a civakîbûna Efrînê di jiyana wî de diyarker bû. Ew dilsozê xak û çanda Efrînê bû.

Di tevahiya jiyana xwe ya têkoşîna azadiyê de qedr û qîmeteke mezin da hevaltiya bi jinê re. Bi devlikeniya xwe bû hêza hezkirinê di nava civaka Kurd de.

Helbet ji ber şehadeta hevrê Dozdar êşa gelê Kurd mezin e, lê bi hilgirtina karên wî û pêkanîna armancên wî wê ev êş sivik bibe.

Xwedîderketina li bîranîna wî hilweşandina faşîzmê ye.

Azadiya Kurdistan û Rêber Apo ye.

Parastina şoreşa Rojava û azadkirina Efrînê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv