Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK li ser bê axlaqiya Rejîma AKP li ser cenazeyên gerîlayan daxuyanî da

 

HOVÎTIYA DEWLETA TIRK A LI DIJÎ CENAZEYÊN GERÎLAYAN. PKK: DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê DI BÊAXLAQIYÊ DE SÎNORAN NAS NAKIN

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê li ser bêhurmetiya li dijî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek daxuyaniyek weşand.

PKK’ê got desthilatdariya AKP-MHP’ê di bêexlaqiyê de sînoran nas nake û bi tunekirina nirxên civakî, bi kiryarên xwe yên bêexlaq û bêwijdan dixwaze civakê biqedîne û teslîm bigire.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê mohra xwe danîn binê hovîtiyeke nû û wiha got;

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rengekî bê exlaq û derveyî dîn, bi pêkanînên xwe yên faşîzan hurmetê nîşanî miriyan jî nade. Em dipirsin; gelo pêkanîneke bi vî rengî ya kîndar, li dijî mirovahiyê û li dijî exlaqê di kîjan şerî de, kîjan dewletê kiriye?

Di nava kîjan hiqûqê de cihê kiryareke bi vî rengî heye? Ne tenê êşkence li cenazeyên gerîla kirine, her wiha bi şandina hestiyan di nava koliyekê de bi rengekî bêsînor û bêexlaq êşkence li dayikê, li malbatê, li hezkiriyên wan, li gelê me, li civaka Tirkiyeyê û li tevahiya mirovahiyê kirine.

PKK’ê got desthilatdariya AKP-MHP’ê di bêexlaqiyê de sînoran nas nake û bi tunekirina nirxên civakî, bi kiryarên xwe yên bêexlaq û bêwijdan dixwaze civakê biqedîne û teslîm bigire.

PKK’ê ragihand ku ev êrişa li derveyî mirovahiyê ne tenê li dijî şervanên azadiyê her wiha li dijî gelê me û tevahiya mirovahiyê hatiye kirin û her kesê ku xwe mirov dibîne, divê li pêşberî vî sûcê li dijî mirovahiyê bêdeng nemîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv