Ne tenê Yûnanistan û Yekîtiya Ewrûpayê..
Destwerdana dewleta Tirk li serweriya herêma Rojhilata Navîn û Derya Spî, mijareke sereke ya civîna Lîga Erebî jî bû..
Di civînê de, siyaset û tevgerên dewleta Tirk weke gefa herî mezin li hemberî ewlekariya Erebî hate binavkirin..
Û hat gotin, rêya pêşîlêgirina li destwerdana Tirk, pêkanîna hevgirtin û yekîtiya welatên Ereb e..
Li paytexta Misrê Qahîreyê, li ser asta wezîrên karên derve, civîna asayî ya Lîga Erebî hat lidarxistin..
Rojeva sereke ya civînê, destwerdana dewleta Tirk bû..
Wezîrê Karê Derve ê Misrê Samih Şikrî siyasetên dewleta Tirk weke binpêkirina serweriya axa welatên Ereb binav kir û wiha got;
Kirin û siyasetên dewleta Tirk, li hemberî ewlekariya netewî ya civaka Erebî derbasî asta herî jor bûye.
Rêya pêşîlêgirtina rêjîma Erdogan, hevgirtina welatên Ereb e..
Wezîrê Karê Derve yê Erebîstana Siûdî aloziyên ewlekarî, siyasî, aborî û civakî yên welatên Ereb bi bîr xist û wiha got,
Rewşa li herêmê hesas e. Ya ji me tê xwestin parastina yekîtî û serweriya axa welatên Ereb e.
Divê em li dijî destwerdanên derve bibin xwedî helwesteke bihêz.
Lazime em bi ti awayî rê nedin hin derdoran ku zerarê bibin yekîtiya me.