Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komkujiya Parîsê: Berpirsên esasî MÎT û Erdogan nehatin darizandin 05.01.2021

 

KOMKUJIYA PARÎSÊ
BERPIRSÊN ESASÎ MÎT Û ERDOGAN NEHATIN DARIZANDIN

Di ser Komkujiya Parîsê re 8 sal der bar bûn.

Rêber Apo vê komkujiyê dema ji Heyeta Îmraliyê re nirxand weke Komkujiya Dersîmê ya 2’yan pênase kir.

Di vê komkujiyê de ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz

Dîplomata kurd, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin.

Tetikkêşiya vê komkujiyê endamê MÎT’ê Omer Guney kiribû.

Heta salekê bi piştî komkujiyê qeydên deng ên tetikkêş û şefên wî derketibû hole.

Piştî qeydên deng daraza fransayê der bare rola MÎT’ê de xwest lêpirsîn were kûrkirin.

Wezîr û kizîrên wê demê yên Fransayê li ber kamerayan soz dan ku wê ev doz di tarîtiyê de nemîne.

Lê piştî 8 salan hîn jî der heqê fail û kiryarên esasî ango der bare MÎT’a tirk û şefê rejîma faşîst Erdogan de tu gav nehatine avêtin.

Heta bi operasyoneke taybet tetikkêş Omer Guney di girtîgehê de hat kuştin.

Doz wê 24’ê Sibata 2017’an dest pê bikirina lê Omer Guney ku îhtîmal hebû ku biaxive di 17’ê kanûnê de hat kuştin.

Dozgeriya Parîsê piştî mirina Omer Guney ser doze girt.

Ev yek hêrsa kurdistaniyan derxist lûtkeyê.

Çalakiyên xurt bi pêş ketin.

Piştî biryardariya malbatan dozgeriyê biryar da ku lêkolîna edlî der bare komkujiyê de bide destpêkirin.

Ev biryar di nîveka meha gulana 2019’an de hat girtin.

Di vê biryarê de roleke mezin a operasyona gerîlayên HPG’ê li dijî MÎT’a tirk hebû.

Di 4’ê tebaxa 2017’an de gerîlayan li Silêmaniyê çend serkirdeyên MÎT’a tirk girtin.

Ev sîxur der bare pîlanên qirêjî yên rejîma tirk de gelek agahî dan.

Di nava agahiyan de pîlansazî û pêkanîna Komkujiya Parîsê jî hebû.

Sîxûrên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Guney eşkere kirin ku komkujiya Parîsê ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatiye kirin.

Navên di belgeya Çileya 2014’an de jî deşîfre kirin.

Yek ji wan kesan jî Sabahattîn Asal bû.

Dema ku li Parîsê sê jinên şoreşger hatin qetilkirin Sabahattîn Asal li MÎT’a Tirk alîkarê Hakan Fîdan bû.

Dozgeriya Fransayê li gel ewqas belge û agahiyan jî ji gulana 2019’an ve bi tenê lêpirsîneke edlî vekiriye.

Di ser lêpirsînê re 19 meh der bas bûn û lê hê jî daxwaza kurdistaniyan a ji bo pêk hatina adaletê bi cih nehatiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv