Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Konfederasyona sendîkayên Afrîkaya Başûr û KHRAG’ê kampanya Ji Ocalan Re Azadî ya navneteweyi dan destpê kirin 11.01.2021

 

DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO LI CÎHANÊ BELAV DIBE
KONFEDERASYONA SENDÎKAYÊN AFRÎKAYA BAŞÛR Û KHRAG’Ê KAMPANYA DAN DESTPÊKIRIN

Free Ocalan… An go ji Ocalan re Azadî…

Êdî ev deng û dirûşme li tevahiya cîhanê belav dibe.

Gelên welatên cûda yek bi yek daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

Li Afrîkaya Başûr jî Koma Xebatê ya Kurd-Afrîkaya Başûr û Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr bi daxwaza azadiya Rêber Apo rabûn.

Her du rêxistin û saziyan bi vê dirûşmê destpêkirina kampanyayeke navneteweyî ragihandin;

Êdî dema wê hatiye; ji bo aştiyeke adilane li Tirkiyê, ji Abdullah Ocalan re azadî.

Hedefa kampanyayê ew e, ku Neteweyên Yekbûyî, ji bo azadiya Rêber Apo bikeve nava tevgerê.

Di metna kampanyayê de nameyek destnîşankirî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonyo Guterres re hat nivîsîn.

Di nameyê de bang li Gutterres tê kirin, ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî, rapora CPT ya tecrîda li dijî Rêber Apo radigihîne, tavilê binirxîne û bi awayekî lezgîn bikeve nava tevgerê.

Di nameyê de kar û xebatên neteweyên yekbûyî yên li dijî Rêjîma Aparteyd a li Afrîkaya Başûr hatin bibîrxistin û wiha hat gotin:

Divê qeyde û quralên ji bo Nelson Mandela hatin bicihanîn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî werin bicihanîn.

Di metna kampanyayê de her du sazî û rêxistinan bang li her kesî kirin, ku beşdarî kampanyayê bibin:

Hedefa me ya esasî bi vê kampanyayê teşwîqkirina aştiyeke adilane ye.

Rêjîma oterîter a Erdogan û polîtîkayên wî bandor li Kurdan û hewldanên aştiyê yên li Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîka, Qafqasan û Ewropayê kirin.

Azadkirina Rêberê rewa yê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo rê li ber aştiyê li Tirkiyê û tevahiya herêmê vebe nebe nabe ye.

Em ji tecrubeyên xwe yên li Afrîkaya Başûr dizanin, ku rastiya ron û şertê pêvajoyên aştiyê, azadkirina lîderên rewa û xwedî bawerî ye.

Di metna kampanyayê de hat destnîşankirin, ku bi beşdariyeke xurt û koordînekirî ew dikarin bihêlin, ku neteweyên yekbûyî bikeve nava tevgerê.

Di dawiya metnê de bang li her kesî hat kirin, ku nameya destnîşankirî ya ji bo Sektreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bi rêya e-maîl, poste, twîtter, facebook û hwd. ji Antonyo Gutterres re were şandin.

Mr António Guterres
Secretary-General United Nations
UN Headquarters, S-3800
New York, NY 10017
USA

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv