KONFERANSA PALME Û KURD:
PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN
Serokwezîrê Sewêdê Olof Palme di 28’ê Sibata 1986’an hat qetilkirin.
Di salvegera 34’an a kuştina Olof Palme de Rêxistinên Kurd û Demokratên Sosyal Demokrat li ser Onlîne Konferansek lidar xistin.
Di konferansê de ji hikumeta Swêd hat xwestin ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxê.
Ji Tevgera Jinên Kurd Ayşe Goktepe moderetoriya konfernasê kir.
Ayşe Goktepe destnîşan kir ku piştî qetilkirina Palme sala borî polîsê Swêd û serdozger bi daxuyaniyeke ragihand ku Palme ji aliyê Stîg Enstrom ve hatiye qetilkirin.
Ayşe Goktepe diyar kir ku piştî qetilkirina Palme Kurd hatin hedefkirin divê Swêd lêborînê ji Kurdan bixwaze û PKK’ê ji lîsteya terorê derbixe.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê Nadîa Saleh jî got;
Olof Palme yek ji mirovên bi cesaret ku destek da gelê hejar ku Kurd jî di nav de bûn.
Palme di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da.
Hê jî zext li ser gelê Kurd tê kirin.
Demokratên Sosyal jî di axaftinên xwe de ragihandin ku:
Bi daxuyaniya Serdozgerê Swêdê jî hat ragihandin ku Serokwezir Olof Palme ji aliyê kurdan ve ne hatiye qetilkirin,
Divê zext li hikûmeta Swêd bê kirin ku PKK’ê ji lîsteya terorê derbixin.