”NA JI TUNDIYÊ RE, NA JI QIRKIRINÊ RE”
KONGRA STAR LI QAMIŞLO SEMÎNEREK LI DARXIST
Rêxistinê jinên, Bakur û Rojhilatê Surî li ser mijara tundê yê li hev civiyan
Civîna ku bi pêşengiya rêxistina Kongra Star pêk hat bi diroşmeya “Na ji tundiyê re na ji qirkirinê re ” bi beşdariyak gelek jinan pêk hat.
Di kombûnê de rewşa jinan a di dema şewba coronayê de û piştî wêna hat nîqaş kirin û li ser çareser kirna pirsgirêkên jinan hate rawestiyan.
Ruken Ehmed anî ziman ku ew hewl didin bi rêya komcivînên wiha pirsgirêkên heyî çareser bikin û bibin bendên çareseriyê.
Piştî civînê jinan daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya hevbeş a jinan de êrişên li ser jina hatin şermezar kirn û ji bo rawestandin tundiyê jî bang hate kirin.