Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kongra-Star û Saziya Malbatên Şehîdan a Ewrûpayê di salvegera komkujiya Parisê de hersê jinên şehîd bibîr anîn 08.01.2021

 

SALVEGERA 8’AN A KOMKUJIYA PARÎSÊ
“ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINAN, ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN HEMÛYAN E”

Koordînasyona Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan a Ewropayê di salvegera komkujiya Parisê de hersê jinên şehîd bibîr anîn.

Saziyên kurdan bang li edaleta Fransayê kirin ku komkujiyê ronî bike û dewletên komploger derxe holê.

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîranîn.

Di daxuyaniyê de komkujî weke hewldana têkbirina şoreşa jinan hat binavkirin.

Qetilkirina Hevrîn Xelef, Amara Rênas, Zehra Berkel, dayê Aqîde, Emîne Weysî, Hebûn Xelîl û gelek jinên din li Rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûrî weke dewama vê komkujiyê hatin pênasekirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku îdeolojiya rizgariya jinan çareseriya pirsgirêkan hemûyan e û banga mezinkirina têkoşîna ji bo vê îdeolojiyê hat kirin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Ewropayê-KOMAWê jî bi daxuyaniyekê sê jinên şoreşger bibîranîn.

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Fransa hat kirin, ku tavilê komkujiyê ronî bike.

Û wiha hat gotin:

Ji bo komkujiyên bi vî rengî rû nedin, li pêşiya Kurdan tenê rêyek heye; ew jî xwedîderketina li têkoşînê û mezinkirina wê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv