Bi dirûşma “Bi yekîtiya me wê Efrîn û Serêkaniyê rizgar bibin” Kongreya Yekem a Yekîtiya Êzidîyên Sûriyeyê pêk hat.
Kongre li Hola Beylesan a bajarê Amûdê bi beşdariya 200 delegeyî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê sibê destpêkir.
Axaftina vekirina kongrê ji aliyê endamê Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê Silêman Cefer ve hat kirin.
Piştî axaftina vekirinê sinevîzyonek li ser dagirkeriya Efrîn, Serêkanî û Şengalê hate pêşkêşkirin.
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed di kongrê de axivî û kongre li hemû civata Êzdî pîroz kir.
Îlham Ehmed balkişand ser dema kongrê û got. Ev kongre di qonaxeke pir girîng de tê lidarxistin.
1. Kongreya Yekîtiya Êzidîyên Sûriyeyê heya vankêliyan jî dewam dike.