KONSERÊN AMÎDA
KONSERA 4’EMÎN LI DÊRA ERMANAN HAT DAYÎN
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê rêze konserên bi navê “Dengê Raboriyê; Konserên Amîda” ku li cih û warên dîrokî li dar dixe, berdewam dike.
Konsera 4’emîn li Dêra Katolîk a Ermenan ku ji sedsala 16’emîn maye hat lidarxistin.
Hunermendan di konserê de starên bi zaravayên kurdî yên kurmancî, dimilkî, soranî û hewramî, ermenkî û tirkî jî gotin.
Di konserê ku li gel hunermendên Ma Muzîk û hunermend Ertan Tekîn û Hashem Rashadat jî, cih digirin.
Konser wê îşev li gor saeta Amedê 20.00’an de li ser hesabên medya dijîtal yên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê bê weşandin.
Konserên bi navê “Dengê Raboriyê; Konserên Amîda” ya ewil li Şikeftên Hesûniyê yên navçeya Farqînê, ya duyemîn li Keleha Zerzevanê ya li navçeya Çinarê, ya sêyemîn jî, li bajarê antîk ê navçeya Gêlê hatibûn lidarxistin.