Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Konseya Fermandariyê ya HPG’ê: Di navbera 18 û 26’ê Çile de civîna xwe ya asyi pêk anî 20.02.2021

 

KONSEYA FERMANDARIYÊ YA HPG’Ê:
DI NAVBERA 18 Û 26’Ê ÇILE DE CIVÎNA XWE A ASAYÎ PÊK ANÎ

Di wextekî de ku dewleta Tirk hemû hêza xwe ji bo tinekirina tevgera azadiya Kurdistanê seferber kiriye, hêza pêşeng a şer parastinê, civîneke girîng lidar xist..

Konseya Fermandariyê ya HPG’ê ragihand ku civîna wan a salane bi awayekî serkeftî bi dawî bûye û têkildar encamê, daxuyaniyek da..

Fermandariyê biryardariya hêzên xwe a li dijî êrişên dagirkeriyê teqez kir û wiha got:

Weke Konseya Fermandariya HPG’ê, di navbera 18 û 26’ê Çileyê 2021’an de me civîna xwe a salane pêk anî.

Ji her qadên têkoşînê, 40 endamên me beşdarî civînê bûn. Pêkhateyên civîna me rewşa siyasî û leşkerî analîz kirin û di encamê de perspektîfa têkoşîna sala 2021’an hate diyarkirin.

Ji encama civîna me derkey holê, ku mêtingeriya Tirk li hemberî têkoşîna me, di nava çiravekê de ye û ji ber vê têkçûyînê, berê êrişên xwe daye derdorên civakê yên pêşverû.

Tifaqa faşîst a AKP, MHP û Ergenekon ku li hemberî berxwedana gel û tevgera me bê çare maye, dixwaze bi rêya şerê taybet û bikaranîna teknolojiya şer a herî giran, xwe ji rewşa heyî rizgar bike.

KONSEYA FERMANDARIYÊ YA HPG’Ê:
ERKA BINGEHÎN A GERÎLLAYÊN KURDISTANÊ, AZADKIRINA RÊBER APO YE

Fermandariyê eşkere kir ku di vê pêvajoya dîrokî de erka bingehîn a gerîllayên Kurdistanê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û wiha got:

Berxwedana di navbera 10 û 14’ê Sibatê ya li herêma Garê, berhema herî ber bi çav a civîna me bû. Encama vê berxwedanê asta serkeftina me a sala 2021’an nîşan da. Ji civîna me jî derket holê ku yekane pîvana me a serkeftinê, têkbirina komploya navnetewî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Gerîllayên HPG û YJA-STAR’ê di vî warî de bi biryar in.

Di berdêla azakirina Rêber Apo de wê ji her demê zêdetir, gerîlla bi rihê fedayî liberxwe bidin.

CIVÎNA KONSEYA FERMANDARIYÊ YA HPG’Ê
“LI DIJÎ HER CÛREYÊN ÊRIŞAN, WÊ BERSIVA ME BI RIHÊ APO’YÎ YÊ FEDAYÎ BE”

Fermandariyê, li hemberî konseptên tinekirina tevgera azadiya Kurdistanê, sekna hêza gerîlla û awayên bersivdayînê wiha şîrove kir:

Pirsgirêk û astengiyên li pêşiya têkoşîna gerîllayên Kurdistanê bi berferehî hatin gotûbêjkirin. Li ser vê bingehê, awayê têkoşîna nûjen a gerîllayê serdemê weke pêwîstiya xeta nû ya berxwedanê hat destnîşankirin.

Bi vê bîr û baweriyê, li ser şopa şehîdên sala 2020’an careke din eşkere bûn ku hêza gerîllayên azadiya Kurdistanê wê ti carî têk neçe.

Tevgera azadiyê û hêza wê ya parastinê bi biryar in ku li dijî her cûreyên êrişan li hemberî gelê Kurd, wê bersiv wan bi rihê Apo’yî yê fedayî be…

Konseya Fermandariyê ya HPG’ê ragihand ku yek ji rojevên civîna wan ên bingehîn, tevlîbûna ciwanan nava refên gerîlla bû û li ser vê mijarê ev nirxandin kir:

Banga me ji bi tevahiya ciwanên Kurdistanê yên welatparêz ew e;

Ji bo tevlîbûna nava refên gerîlla, lazime xebatên xwe ên rêxistinî bihêz bikin û li her qadê berê namzetên nû yên gerîlla bidin yekîneyên herêmî yên xweser.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv