Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Konseya Rêveber a KCK’ê: Piştî wezîrê şer bi PDK’ê re hevdîtin kir êriş dest pê kirin 11.02.2021

 

KONSEYA RÊVEBER A KCK:
PIŞTÎ WEZÎRÊ ŞER BI PDK’Ê RE HEVDÎTIN KIR ÊRIŞ DEST PÊ KIRIN

Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşa dagirker a li dijî qada Garê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê bal kişand ser serdana wezîrê şer û sererkanên artêşa tirk ji bo Bexda û Hewlêrê û diyar kir ku piştî hevdîtinan artêşa dagirker li dijî Garê dest bi êrişê kir.

KCK’ê der barê qada coxrafîk a Garê de agahî dan û îşaret bi rola PDK’ê ya di êrişan de kir:

Garê gelekî dûrî sînorê Tirkiyê ye û di nav Başûrê Kurdistanê de ye.

Her dem li dijî Garê êrişên hewayî dihate kirin.

Cara pêşîn ji bejahiyê dest bi tevgera dagirker kirine.

Ji bo êrişeke bi vî rengî divê destûr û pesendkirina PDK’ê hebe.

KONSEYA RÊVEBER A KCK:
MESRÛR BARZANÎ DAGIRKERIYÊ MEŞRÛ DIKE

KCK’ê daxuyaniya serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî ya roja êrişê kirî jî bi bîr xist:

Mesrûr Barzanî ji dêvila ku li dijî dagirkeriyê rabe, gerîlayan sûcdar dike.

Ew vê dagirkeriyê meşrû dike.

Ev demek e hêzên çekdar ên PDK’ê dora qadên gerîlayan girtibû.

Di nav şertekî wisa de dagirkeriya dewleta Tirk dest pê kiriye.

KONSEYA RÊVEBER A KCK:
TEVGERA DAGIRKER DI SALVEGERA 22’YEMÎN A KOMPLOYÊ DE PÊK HAT

Li çar aliyê cîhanê gelê kurd tevî hêzên demokrasiyê li dijî komploya navnetewî li qadan in, daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe bal kişand ser wê yekê ku di dema ev çalakî hene, di salvegera 22’yan a komployê de ev êriş hatiye kirin:

Tevgera dagirkeriyê di salvegera 22’emîn a komploya navnetewî de pêk hat.

Ev jî eşkere dike ku armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e.

Jixwe ew bi xwe dibêjin “Em ê şaşiya xwe ya li bakurê Iraqê li bakurê Sûriyeyê nekin.”

Niha li Başûrê Kurdistanê di şexsê gerîlayan de dixwazin federasyona Başûr jî ji holê rakin.

KONSEYA RÊVEBER A KCK:
DIVÊ GELÊ ME LI HER DERÊ TEVLI PÊNGAVA TÊKBIRINA DAGIRKERIYÊ BIBE

KCK’ê daxuyaniya HPG’ê ya der barê Garê de bi bîr xist ku helîkoptêrên êriş pêk anîne, ji aliyê başûr ve ku di bin kontrola PDK’ê de ne, rabûne û şerê li Garê ji bajarokê Bakirmanê yê bajarê Akrê tê rêvebirin.

KCK’êdiyar kir ku êrîşa li ser Garê ne tenê êrîşa li ser têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê ye, êrîşa li ser hebûna gelê Kurd, êrîşa li ser jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd e.

Li dijî êrişa li ser Garê gelê me yê li hemû parçeyan û derveyî welat, divê helwesta xwe nîşan bidin.

Bi vê êrîşê re li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê divê tevgereke gel çêbibe.

Partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend, ciwan û jin tevlî nav vê tevgera gel bibin.

Divê gelê me li her derê cîhanê tevli pêngava têkbirina dagirkeriyê bibe.

KONSEYA RÊVEBER A KCK:
GELÊ ME YÊ BAŞÛR DIVÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI DAGIRKERAN TENG BIKE

KCK’ê helwesta xelkê Başûr a li dijî dagirkeriyê jî bi bîr xist û bi taybetî bang li gelê Başûr kir:

Divê gelê me yê Başûr di serî de Duhok û Akre, hemû bajar û bajarok li dijî dagirkeriyê rabin.

Nîşan bidin ku Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê nikare were dagirkirin.

Başûrê Kurdistanê divê li dagirkeran were tengkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv