Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan: Ji bo derba dawî li faşîzmê were xistin li ber xwe bide 24.11.2020

 

KOORDÎNASYONA KOMELÊN JINÊN CIWAN
JI BO DERBA DAWÎ LI FAŞÎZMÊ WERE XISTIN LI BER XWE BIDE

Koordînasyona Komalên Jin ên Ciwan KJC’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku faşîzma pederşahî û terora dewletê li ber hilweşînê ne,

têkoşîna azadiyê ya jinê gerdûnî bûye û ew di rewşeke wiha de 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin.

Koordînasyonê diyar kir ku bi navê jinên ciwan ew li ber hemû êriş, faşîzm û terora zilam radibin

û bang li jinên ciwan ên li Kurdistanê û derveyî welat dikin ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê bêjin ‘Na’ û li dijî
pergala perderşahî têbikoşin.

Ji bo têkbirina zîhniyeta zilam jî Koordînasyonê bal kişand ser girîngiya eniya hevpar a berxwedanê û ev hat gotin:

Divê em jin ên ciwan ên sosyalîst, demokratîk, şoreşger û welatparêz hemû mil bi mil divê li ber faşîzma mêr tevbigerin.

Bi rêya xweparastinê divê em kolanan li pergala zilam teng bikin. Di çarçoveya deklarasyona 25’ê Mijdarê ya KJK’ê de divê em ji eniya jinên ciwan pêvajo bi çalakî pêşwazî bikin.

Di daxuyaniyê de ev bang jî hate kirin, “Em bang li jinên ciwan dikin ku tevlî govenda azadiyê bibin,

xwe ji sazî û avaniyên dewleta zilam dûr bixin û ji bo derba dawî li faşîzma mêr bixin, li ber xwe bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv