Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koordînasyona PAJK’ê: Êrişa li dijî hevrê Sara fermana komkujiya jinan hemûyan e 07.01.2021

 

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê
“ÊRIŞA LI DIJÎ HEVRÊ SARA FERMANA KOMKUJIYA JINAN HEMÛYAN E”

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê bi minasebeta salvegera 8’an a Komkujiya Parîsê daxuyaniyekê weşand.

Koordînasyona PAJK’ê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anî û destnîşan kir ku heta berpirsyarên komkujiyê hemû werin cezakirin di asta herî bilind de wê têkoşîna xwe bidomînin û jiyana azad teqez ava bikin.

PAJK’ê diyar kir ku êrişa li dijî Sakîne Cansiz komployeke pergala serdest a cîhanê bû ku Rêber Apo jî ev komkujî weke êrişeke li hemberî xwe dît:

Piştî Komploya Navnetewî pergala serdest bi hovîtiya xwe firsend dît Rojhilata Navîn ji hev belav bike.

Êrişa li dijî hevrê Sara êrişeke bi vî rengî ye û fermana komkujiya li hemberî hemû jina ye.

Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir ku di van salên derbas bûyî de pergala serdest êrişên xwe yên li dijî jinên berxwedêr û tevahî jinan zêdetir kiriye:

Li dijî van êrişan hemûyan jî berxwedana jinan a li dijî pergala faşîst mora xwe li serdemê xist.

Cîhan wê bi destê jinên berxwedêr û azad bê guhertin.

Di serî de jinên Kurd ên li ser xeta hevrê Sara bûne şoreşger, jinên cîhanê bi tecrûbeyên xwe vê rastiyê careke din nîşan didin.

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê
“BI AZADIYA JINAN DIKARE TOLA KOMKUJIYA PARÎSÊ WERE HILANÎN”

Di dewama daxuyaniyê de PAJK’ê destnîşan kir ku bi komkujiya Parîsê re êrişa ku li dijî îradeya azadiya jinê ya xeta Rêber Apo hate kirin êrişeke mezin e:

Ji lew re têkoşîna ku li dijî vê êrişê bê kirin jî divê mezin be. Jiyaneke azad ew jiyane ku ti jin bi ti cureyê bi qirkirinê re rûbirû nemîne.

Dema ku ev pêk hat wê hingî tola hevrê Sara bê hilanîn. Hilanîna tola hevrê Sara jî weke PAJK’ê armanca me ya bingehîn e.

PAJK’ê bi bîr xist ku faşîzm di esasê xwe de bi êrişên xwe jî nîşan dide ku ji berxwedana jinan ditirse û di dawiya daxuyanuya xwe de ev peyam da:

Em ê faşîzmê hilweşînin, jiyana azad ava bikin û bi avakirina jiyana azad a bi Rêber Apo re tola xwe ji serdestan hemûyan hilînin.

Em bang li jinan li hemû gelan dikin ku bi pêşengiya partiya me PKK û PAJK’ê, bi ruhê sala nû ya berxwedanê tevlî pêngava me ya azadiyê bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv