KOORDÎNASYONA PAJK`Ê FERMANDAR Û RÊVEBERA JIN LEYLA AGIRÎ BI BÎR ANÎ
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê bi daxuyaniyekê Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî bibîranî.
Koordînasyona PAJKê di destpêke ji jinên Kurd, malbat û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Li ku derê destketiyeke Kurdan hebe Dewleta Tirk êrişî wir dike.
Vê yekê jî ji bo têkbirina statuya Kurd û Kurdistanê pêk tîne.
Fermandariya HPGê ya Eyaleta Heftenînê derbarê noker û cerdevanên di tevgera dagirkeriyê de cihê xwe digirin hişyariyek tund kir.
Endamê komîteya Revebar a PKK’ê li ser dagirkeriyê û hevkariya PDK”ê nirxandinên girîng kir.
Lê: Beriya bi 2 mehan jî di êrişa Artêşa Tirk a Dagirker de endama desteya rêveber Leyla Agirî şehîd bû.
Kordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê Leyla Agirî bibîranî.
PAJK’ê got:
Bîranîna wê, wê bibe ronahî ji têkoşîna wan re.
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê bi daxuyaniyekê Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî bibîranî.
Koordînasyona PAJKê di destpê ji jinên Kurd, malbat û gelê Kurd re sersaxî xwest.
PAJKê destnîşan kir ku ji Leyla Qasiman heta Leyla Kaplanan, ji Leyla Walî Huseyînan heta Leyla Agiriyan li her devera Kurdistanê bû navê hevpar ê jinên têkoşer.
Koordînasyona PAJKê daxuyakirin Leyla perwerdeya li qada Rêber Ocalan ji xwe re kiriye bingeha têkoşînê û wiha got,
Bi vê têgihiştinê her kêlî, çeper û dema têkoşînê de bi erka pêşengiyê rabû.
Hevrê Leyla bû jineke xurt ku di artêşbûna jinê de bû xwedî îradeyek ji pola, bi îdeolojiya rizgariya jinê hişmendiya xwe xurt kir û di partîbûna jinê de xwe bi rêxistin kir. Bi taybetmendiyên xwe yên xurt, bi hişmendiya kûr a welatparêziyê û bi bawerî û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, xwe gihand jinan hemûyan, xwe gihand gelê me, xwe zêde kir û ji nû ve afirand.
Di vê çaçroveyê de li nava YJA Star, PAJK, KJK û têkoşîna azadiyê ya jinê li gelek qadan bi erka fermandarî, rêveberî û pêşengiyê rabû. Hevrê Leyla bi her awayî tevlîbûneke çalak, fedakar û pêşeng kir û nasnameya milîtanî ya Apoyî temsîl kir.
Koordînasyona PAJKê di dawiya daxuyaniyê de wiha got:
“Bi felsefeya ‘yek ji me biçe, wê bi hezaran bê’, jinên Kurd wê li ser şopa vê berxwedanê, li ser rêya hevrê Leyla bimeşin, li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin. Li dijî rastiya dijminê hov, faşîst û serweriya mêr, em ji her demê bêhtir xurtir têbikoşin. Em soz didin ku li ser bîranîna wê em ê şoreşa azadiya jinê pêk bînin.”