8 C
Amed
29 Sibat 2020
Sterk TV – zindi, canli, live, kurdî, kurmancî, soranî, zazakî, dimilkî, hewramanî, zindî, Kurdistan
Çand Û Huner Jin Jin Nûçe Nûçeyên Dawî

Koroya jinên Êzîdî hat avakirin

 

jinên ji destê DAIŞ’ê filitîn dibin dengê çanda xwe ya hezarên salan

Bi piştgiriya weqfa Amar ya Brîtanî koroya jinên Êzîdî hat avakirin.

Armanca koroyê sûcên hovane ku li dijî wan pêk hatiyê neyê ji bîrkirin.

Jinên ku di koroyê de cih digrin temenê wan di navbera 15 û 22 salî de ne.

Di 3yê Tebaxa 2014an de çeteyên DAIŞê bi armanca qirkirina gelê Kurd berê xwe dan Şengalê û  êrişên hovane pêk anîn….

Piştî çeteyên DAIŞê Şengal dagir kirin, nêzî 300 hezar kesî bi peyatî û di kelegerma havînê de, bi awayekî bê nan û bê-xwarin berê xwe dan çiyayê Şengalê..

Di vê rêwitiyê de piraniya wan zarok, jin  bi sedan Şengalî ji tîna jiyana xwe ji dest dan

Di  dema êrişa çeteyên DAÎŞ’ê de herî zêde jinan berdêlên giran dan.

Çeteyên hov bi hezaran jin revandin û bi xwe re birin…

Gelek ji wan jinan li bazaran weke cariye hatin firotin, hatin tecawiz kirin û qetilkirin…

Jinên bi alîkariya Şervanên YPJ’ê û Gerîlayên HPG’ê ji komkujiyê filitîn îro li çar aliyê cîhanê serpehatiyên xwe vedibêjin.

Vê carê jî bi piştgiriya weqfa Amar ya Brîtanî koroya jinên Êzîdî hat avakirin.

Armanca koroyê sûcên hovane ku li dijî wan pêk hatiyê neyê ji bîrkirin.

Jinên ku di koroyê de cih digrin temenê wan di navbera 15 û 22 salî de ne.

14’ê jinên ku ji bo koroyê hatine Paytexta Brîtanya Londranê Michael Bochmann wan perwede dike.

Piraniya jinên di koroyê de cîh digrên jinên ji destê çeteyên DAIŞê hatine rizgarkinin

Yek ji jinê ji destê çeteyan hatiyê rizgarkirin Dilvîn Saeed Ahmed e.

Dilvîn derbarê porjeyê de dibêje ,ev ji bo wan wek terapiya psîkolojîke.

Ranas Alels Haseen jî keyfxweşiyên xwe wiha tîne ziman û got, li vir gelek alikariya me dikin, muzika êzîdî di nav çanda kurde cihêk girîng digre ji bo vê yekê em ê di her şert û mercê de xwedî li çanda xwe derkevin,

Damezrenera Waqfê  Baronesi Nicholson dibêje muzîk ne tenê ji bo evîniyê ye di heman demê ji bo jiyanê ye jî, ger ku em muzika wan ji holê rakin em ê heta heta wan ji bîr bikin

Baronesi Nicholson da zanîn weqfa wan muzikên kevneşop tomar dike û got bi vê projeyê em hewldidin çanda Êzidiya biparêzên û ev proje di heman demê de vê li arşîva Oxfor de jî were parastin.

 

Ev jî hatin dîtin

Cudahiyên di navbera Artêşa Rûsya û Tirkiyê de çine?

Stêrk Tv

Gelê herêma Şehbayê ji bo Rêber APO daket qadan

Stêrk Tv

Derbarê rewşa Rêber APO de rêxistinên Kurd daxuyanî dan

Stêrk Tv

Li Ewropayê Çalakî ji bo Rewşa Rêber APO hatin li darxistin

Stêrk Tv

Çalakiya Qamişlo ji bo rewşa Rêber APO

Stêrk Tv

Nûçegihan Ciwana Cuma çalakiyên dawî ragihand

Stêrk Tv