Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Malpera Lêkolîn Org: Hêza Sedat a Erdogan pêşmergeyên Roj û hêzên Gulan ên PDK’ê perwerde dike

 

PDK ji cotmehê ve li herêma Garê li dijî gerîlayên Kurdistanê di nava provokasyonan de ye.

PDK bi hêza Gulan û Roj dixwaze dor li gerîlayan bigre.

Herî dawî hêza operasyonel a PDK’ê Gulan û Roj 4’ê mijdarî êrişî noqteya gerîlayan kir.

Ev hêzên navborî ku bi serkirdeyên PDK’ê ve girêdayî ne ji aliyê saziya kontra SADAT’a tirk ve tên perwerdekirin.

Û li dijî gerîla, li dijî gelên Kurdistanê tên bi kar anîn.

HÊZA KONTRA SADAT LI BAŞÛR E
LÊKOLÎN ORG: HÊZA GULAN Û ROJ JI ALIYÊ SADATA ERDOGAN VE TÊN PERWERDEKIRIN

 

Dewleta Tirk ji bo di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de ciheke stratejîk bigire dest bi rêxistinkirina komên çete kir.

Û çeteyên ku perwerde dike, îxracê herêmê, Kurdistanê û cîhanê dike.

Yek ji wan şîrketên ku karê rêxistinkirina çeteyan dike, jî SADAT e.

SADAT di sala 2012’an de ji aliyê generalekî Tirk ê bi navê Adnan Tanriverdî ve tê avakirin.

Şêwirmenda Erdogan Gulnur Aybet bi peywendiya navbera MÎT û SADAT’ê re eleqeder dibe û Aybet weke kesek nêzî Nêçîrvan Barzanî jî tê zanîn.

Ev saziya çete li Başûrê Kurdistanê jî tevneke qirêjî dirêse.

Roj Peşmergeleri’ni SADAT Eğitti! (ÖZEL HABER 1)


Malpera Lêkolîn.org der barê karên qirêjî yên SADAT’ê yên li Başûrê Kurdistanê nûçeyek amade kiriye.

Li gorî vê nûçeyê, SADAT baregeha xwe ya yekemîn di 2017’an de li Duhokê ava kiriye.

Lê gelek karên xwe jî li Başûrê Kurdistanê, bi awayekî ne yekser bi rêya şîrketa TÎKA, HAKSÎAD û ORSAM’ê dimeşîne.

Ev şîrketên navborî di heman demê de elemanên îstîxbaratê ji bo MÎT’a Tirk digihîne.

Hêza Gulan a PDK’ê û malbata Barzanî û Pêşmergeyên Roj ên girêdayî ENKS’ê di 2018’an de li Duhokê ji aliyê SADAT’ê ve hatine perwerde kirin.

Perwerde jî li herêma Xenz a Duhokê hatiye dayîn.

SADAT’a Hêza Gulan perwerde kir, dibin navê Artêşa Azad a Sûriyê de li dijî rejîma Esad rêxistin kir.

Vêya weke tabûrên Selahedîn û Farûq bi rêxistin kir û hîn jî ev xebatên wan berdewam dikin.

Çeteyên ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê di bin navê Artêşa Azad a Sûriyê de li dijî gelê Kurd şerkirin jî, ji aliyê SADAT’ê ve hatine perwerdekirin û rêxistinkirin.

Her wiha ji bo Pêşmergeyên Roj li dijî PKK’ê bide şer kirin li herêmên çiyayî yên Xakûrkê, Zap û Garê perwerdeya leşkerî daye.

PDK’ê di 25’ê Cotmehê de van hêzên ku ji aliyê SADAT’ê ve hatibûn gihandin şandiye Garê.

Li aliyê din SADAT’a ku hewl dide kurd bi kurdan bide şerkirin dest li Kerkûkê jî werdaye.

Û hewl dide bi destê tirkmenên li Kerkûkê li herêmê tevliheviyê derxe.

Her wiha bûyera rakirina ala PKK’ê li nava goristaneke Tirkmenan a Kerkûkê jî ji aliyê çeteyên ku ji aliyê SADAT’ê ve hatibû kirin, ji bo Tirkmenan zêdetir bi xwe ve girê bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv