PÊNGAVA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
KURD TEVÎ DOSTÊN XWE LI DIJÎ DAGIRKERIYA LI EFRÎNÊ DADIKEVIN QADAN
Sazî û partiyên Kurdan ên li Ewropayê, li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê dadikevin qadan.
Ji bo meş û mîtîngên ku wê 20’ê Sibatê bên li darxistin bi daxuyaniyekê ve banga tevlîbûnê hate kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“20’ê Sibatê roja Şemiyê, ji bo piştgiriya bi Efrînê li Ewropa, Kanada û Awûstalyayê bi dirûşma ‘Na ji dagirkeriyê re, Na ji qirkirina jinê re’ em ê meş û mîtîngan li dar bixin.
Em hêvîdar in ku beşdarên van çalakiyan wê biryardariya gelê Kurd nîşanî raya giştî ya cîhanê bidin.
Li ser vî bingehî em bang li partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend û gelê xwe yê Kurdistanî dikin, ku bi wêne û pankartên xwe yên li ser komkujî û hovîtiya dewleta Tirk ên li Efrînê pêk aniye bêdeng nemînin.
Ji bo wê jî em bang li Kurdistaniyan û dostên wan dikin ku bi ruhê berxwedana Şoreşa Rojava li dijî dagirkeriya li Efrînê, beşdarî çalakiyan bibin.”