Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurd tim Yekîtî û hevgirtinê dixwaze

 

TIŞTA LI SER LÊVA KURDAN KÊM NABE
“YEKÎTÎ, HEVGIRTIN Û PIŞTGIRΔ

Bi dehê salan e, tevî destekî û nirxên pîroz ên hatine afirandin, lê hêjî Kurd ji metirsiya qirkirinê xelas nebûye…

Di berdêla wê de bi deh hezaran qurbanî dan, lê dest jê berneda..

Di her pêvajoya zor û zehmet de tişta ku yekser tê bîran wan ev e:

Yekîtî, hevgirtin û piştgirî..

Li cîhanê gelek netewên ku statûya xwe bi dest xistine, dema bi aloziyên civakî û felaketên xwezayî yên mezin re rû bi rû dimînin, tişta destpêkê tê bîra wan, pirsgirêka jiyana rojane, aborî û xweparastinê ye..

Lê dema mijar dibe Kurd, ev yek cûda ye.

Kurd êdî gihiştine wê baweriyê ku bi xurtkirina hevgirtin û yekrêziyê, dikarin êrişên dagirkeran û hemû aloziyên xwezayî beralî bikin.

Dema parçekirina welatê Kurdan, hêzên dagirker li gorî stratejiya “parçe bike, tevlîhev bike û bi rê ve bibe” bi ruhê Kurdperweriyê lîstin.

Xwestin fikra ‘yek Kurdistanê’ ji dil û mejiyên Kurdan derxin. Bi vî awayî bawer kirin ku ew ê bi hêsanî Kurdan teslîm bigrin û rê nedin ti serhildan bi ser keve.

Halbûkî ev gel li çar aliyên Kurdistanê xwedî sed hezaran hêza parastinê

Bi dehan partî û saziyên civakî,

Û bi sedan dezgehên ragihandinê ye.

Lê her beşek ji wan xwedî helwest û berjewendiyên cûda ye…

Ji ber ku rewş bi vî rengî ye encam jî;

Komkujiyên Cizîr û Roboskî,

Dagirkirina Kerkûka Başûrê Kurdistanê.

Wêrankirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî.

Û bidarvekirina bi sedan keç û xortên Kurd.

Li Kurdistanê dibe ku hin beşên civakê alîgiriya partî, bawerî yan jî saziyeke aborî bikin.

Ev helwesteke normal û xwezayî ye.

Di vî warî de tişta ku herî zêde dibe mijara meraqê ev e:

Eger hat û hêzên dagirker êrişî beşeke Kurdistanê kirin, gelo wê helwesta aliyên siyasî li beşên din çawa be?

Ya herî girîng jî gelo wê dezgehên çapemeniyê bibin xwedî siyaseteke çawa ya weşanê?

Wê berjewendiyên netewî biparêzin, an tenê li gorî daxwaza partiyan tevbigerin?

Bê guman, bersiva van pirsan, ji bo ragihandineke xwedî nirxên netewî, pir girîng e.

Di roja me de, yê fikra “Kurdistana Yekpare” di mejiyê gel de bi cih dike ragihandin e.

Her wiha yê Kurdistanê weke welatekî perçe perçe nîşan dide û wisa xizmeta dagirkeran bike jî dîsa ragihandin e.

Dema mirov li rewşa reel a Kurdistanê dinêre, dibîne ku xala duyemîn hê zêdetir li pêş e.

Hin tevger bi navê niştiman-perweriyê, li hemberî her cûreyên êrişan bi hewara Kurdistanê ve diçin.

Beramberî vê, hin alî jî di berdêla berjewendiyên xwe yên teng de, dikarin qedera netewa Kurdan bikin qurban.

Dikarin bi dagirkerê parçeyekî din re tevbigerin û heta bibin beşek ji êrişa li dijî hêzeke Kurdî.

Ji ber vê jî tişta dibe para gelê Kurd;

Dagirkerî, komkujî, talan, wêranî û perçekirina bedena bi hezara zarokên Kurd.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv