Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurdistaniyên li derveyî welat li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li qadan bûn

 

KURDISTANIYÊN LI DERVEYÎ WELAT DAKETIN QADAN
ÊRIŞÊN QIRKIRIN Û DAGIRKERIYÊ YÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN

Di dawiya hefteyê de Kurdistaniyên li derveyî welat li qadan bûn.

Ji welatên Ewrûpayê heta Îskandînavyayê, ji Rûsya heta Awûstûralyayê çalakî çêbûn.

Ev çalakî jî li dijî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên Dewleta Tirk pêk hatin.

Kurdistaniyan berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê jî silav kirin.

Kurdistaniyên li Îtalyayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan.

Çalakî li bajarên Alessandria, Bologna, Bolzano, Campobasso, Firenze, Îvrea, Livorno, Milano, Nuaro, Palermo, Parma, Regusa, Roma, Catania, Riace, Napoli, Bari, Volantinaato’yê bi beşdariya sedan Kurdistanî û welatiyên Îtalyan pêk hat.

Li Almanyayê jî çalakiyên li dijî dagirkeriyê hebûn.

Li bajarên Freibûrg, Krefeld, Essen, Tubîngen, Kiel, Heilbronn, Stûttgart, Hambûrg, Aachen, Leipzîg, Duîsbûrg û Hannoverê çalakî hatin lidarxistin.

Kurdistaniyên li Swîsreyê jî li bajarê Zurîhê çalakiyeke navendî li dar xistin.

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê hate protestokirin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, paytexta Danîmarka Kopenhagen û paytexta Îngîlîstan Londonê jî bi heman rengî çalakî pêk hatin.

Kurdistaniyan berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê jî silav kirin.

Li bajarên Fransa Parîs, Marsîlya û Renê jî Kurd û dostên wan li qadan bûn.

Li bajarên Swêdê Stockholm û Goteborgê jî çalakî hebûn.

Çalakgeran xwestin ku Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên Dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bide.

Li bajarê Lîmassolê yê Qibrisê jî êrîşên dewleta Tirk hat protestokirin.

Kurdistaniyên li Awûstûralya jî li bajarê Melbournê êrişên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk şermezar kirin.
28-06-2020-Saratov-isgalci-fasizan-turk-devleti-protesto-video-a7f4d4
Kurdên li herêma Saratovê ya Rûsyayê jî çalakî kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv