Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Kurdistaniyên li Ewrupayê daxwaza azadiya Leyla Guven kirin

 

Girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven li gelek bajarên Ewrupayê jî bi çalakiyan hat protesto kirin.

Bi pêşengiya TJK-Ewrûpa dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengtiya TCŞ û TEKO-Jin e çalakiyekê şermezarkirine hate lidarxistin.

Çalakger ber bi Kottbusser Tor e ve meşiyan..

Li wir axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin; Jinen kurd ti carî li dijî Erdagan çok nadênin û wê nedinin jî..

Rejima Erdogan rejima komkujiye, rejima tevkujiya jine ye.

Li bajare Kolne jî bi armancê çalakiyek protestoyî hate lidarxistin.

Endamên Meclîsa Jinan a Viyan li ber HBF hatin gel hev.

Di çalakiye de belavoka derbarê girtina Leyla Guven de hat xwendin.

Bi armanca protestokirina girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Frankfûrte jî çalakiyek pêk hat.

Di çalakiyê de daxwaza berdana Leyla Guven hate kirin.

Dîl girtina Leyla Guven li Qada Mynttorget a li ber Parlementoya Swêdê jî hate protestokirin.

Di çalakiye de hate diyarkirin ev êrişeke li dijî îradeya jinê ye.

Li bajaren Swisre jî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

Li ser bi banga Meclîsa Jinê ya Ronahî li qada Barfusserplatzê daxuyanî hate dayin.

Di daxuyaniye de hate gotin: jinên Kurd wê dest ji têkoşîna xwe bernedin û têkoşîna xwe mezintir bikin.

Navendeke din a çalakiyan jî Bern bû.

Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa jin a Mizgîn li qada Bahnhofplatzê pêk hat.

Di çalakiyê de li ser mijarê belavok hatin belavkirin.

Li Lozanê jî meclîsa jinê a Lajin li pêşiya dêra St. Laûrentê çalakiyek organîze kir.

Çalakgeran ji bo berdana Leyla Guven û girtiyên siyasî bang kirin.

Çalakgerên ku li ber Parlementoya Ewrûpayê kom bûn, dîlgirtina Leyla Guven hate protestokirin.

Di çalakiyê de li dijî êrişên rejîma faşîst a Erdogan banga têkoşînê hat kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv