Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurdistaniyên li Ewrûpayê li dijiî plana dagirkirina Şengalê daketin qadan 27.11.2020

 

PLANA DAGIRKIRINA ŞENGALÊ
KURDISTANIYÊN LI EWRÛPAYÊ DAKETIN QADAN

Hevkariya dewleta Tirk, Bexda û PDK’ê li dijî Şengalê û herî dawî veguhestina hêzên leşkerî, rê li ber nerazîbûna gelê Kurd vekir..

Bi taybet Kurdistaniyên li Ewrûpayê bi rojane ji bo Şengalê di nava çalakiyan de ne..

Li paytexta Almanyayê Berlînê, endamên tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî plana dagirkirina Şengalê û her wiha tecrîdkirina Rêber Apo meşiyan..

Di meşê de qedexeya 27 salan a dewleta Alman li ser PKK’ê jî hat şermezarkirin..

Li bajarê Dusseldorfê jî ciwanên Kurd tevî çalakvanên tevgera Antî-faşîst meşiyan û 43 saliya PKK’ê pîroz kirin..

Kurdistaniyên li bajarê Fransayê Renê jî ji bo balê bikşînin ser xeteriya hevkariya li dijî Şengalê, çalakî pêk anîn..

Di çalakiyê de peymana ji aliyê PDK’ê Bexda û dewleta Tirk ve hatiye mohkirin, weke hewldana dagirkirina Şengalê hate binavkirin…

Komeke ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Borduyê jî têkildarî êrişên li ser şengalê belavok belav kirin..

Paşê ciwan dest bi meşê kirin û peyam da ku ew xwedî li Şengalê derkevin..

Li herêma paytexta xweser a Katalonyayê Barcelonayê jî êrişên li dijî Şengalê hatin şermezarkirin..

Di çalakiyê de salvegera damezrandina PKK’ê jî hat pîrozkirin..

Bi heman armancê li bajarê Siwêsreyê Solothurn meşek bi meşeleyan hat lidarxistin..

Kurdistaniyên li Qada 1’ê Gulanê kom bûn hem salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirn û hem jî li dijî tevgera dagirkirina Şengalê nerazîbûn nîşan dan..

Endamên Yekîtiya Hêza Demokratîk jî li bajarê Zûrîxê hevkariya PDK û dewleta Tirk li dijî Şengalê protesto kirin..

Di çalakiyê de, veguhestina leşkeran ber bi Şengalê weke fermaneke nû li dijî civaka Êzdî hate binavkirin..

Her wiha bang li Kurdistaniyan hat kirin ku îro li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cinêvê kom bibin û li Şengalê xwedî derkevin..

Kurdistaniyên li Danîmarkayê jî ji bo Şengalê daketin qadan..

Çalakgerên li pêşiya sefareta Iraqê ya li paytext Kopenhagenê kom bûn, bang li hêzên cîhanê kirin da ku ne bin hevkarê êrişa li dijî civaka Êzdî..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv