Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurdistaniyên li Ewrupayê wê 26’ê Mijdarê ji bo Şengalê bimeşin 25.11.2020

 

HEWLDANA DAGIRKIRINA ŞENGALÊ
KURDISTANIYÊN LI EWRÛPAYÊ WÊ 26’Ê MIJDARÊ JI BO ŞENGALÊ BIMEŞIN

Kurdistaniyên li Ewrûpayê, li dijî hewldana dagirkirina Şengalê xwe ji bo çalakiyan amade dikin..

Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Almanyay ku wê pêşengiya van çalakiyan bike, li ser mijarê daxuyaniyek da..

KON-MED’ê ragihand ku dewleta Tirk û hukûmeta Iraqê bi hevkariya li gel PDK’ê palan dagirkirina Şengalê dikin û wiha dewam kir:

Li aliyekê hukûmeta Bexda, li aliyê din jî PDK’ê hêzên xwe li derdora Şengalê bicih dikin. Ev tevger di esasê xwe de bicihanîna daxwza Mîsaqê Milî ya dewleta Tirk e.

Civaka Êzdî ya piştî fermana Tebexa 2014’an bû xwedî rêveber û jiyaneke azad û demokratîk, bi xeteriyên mezin re rû bi rû ye.

Ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li çar aliyên Kurdistanê kir da ku ji bo parastina civaka Êzdî amade bin.

Kon-Med’ê plana li dijî Şengalê, weke tevgera li dijî tevahiya Kurdistanê binav kir û got, parastina destektiyên Şengalê erka gelê Kurd a sereke ye..

Li hemberî hewldana dagirkirinê, Kon-Med’ê ragihand ku ew ê 26’ê Mijdarê roja Pênşemê li her deverê çalakiyên xwedîderketina li Şengalê pêk bînin..

Ji bo vê, di serî de Kurdistanî, bang li gelên bindest, aliyên sosyalîst û parêzvanên mafê mirovan hat kirin da ku bi girseyî beşdarî çalakiyan bibin..

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv