Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kuştina 4 endamên Parastinê 20.10.2020

 

KUŞTINA 4 ENDAMÊN PARASTINÊ
GELO EV PROVOKASYONEKE MÎT’Ê YE YAN TASFIYEYEKE NAVXWEYÎ YE

Dewleta Tirk a dagirker di çarçova konsepta şerê xwe yê li dijî Başûr de tişta dixwest ji ber berxwedana gerîla bi dest nexist.

Ji ber vê têkçûna xwe jî dewleta dagirker zorê daye faaliyetên qirêjî yên teşkîlata xwe ya sîxuriyê MÎT’ê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di 20 salên dawîn de li dever û demên cuda de 4 endamên teşkîlata Îstîxbarata PDK’ê Parastinê hatine kuştin.

29’ê îlonê de Muqadem Sîrwan şefeqê ji mala xwe ya li navçeya Duhokê Akrê derdikeve û ji wê demê ve agahî jê nayên girtin.

6’ê cotmehê Raîd Behzad li qada Geliyê Elîbeg ku bi ser navçeya Hewlêrê Diyanayê ye dema bi wesayîta xwe digere, tê kuştin û cenazeyê wî di ava Elîbegê de tê dîtin.

7’ê cotmehê Berpirsê Parêzvanên Giştî yên Wezareta Pêşmerge Dilman Ebdullah Ferac dema bi wesayîta xwe vedigere malê li texma navçeya Harîr li ser rêya Şeqlewa tê kuştin û weke ku qeza kiribe bi wesayît û rê dilîzin.

Li gel ku di demekî kurt û li pey hev kesên berpirs tên kuştin jî di çapemeniya Başûr de der barê mijarê de nûçe jî nayên çêkirin.

Rayedarên hikûmetê jî tu daxuyanî nadin.

Çend rojên borî jî îcar Midûrê Asayîşa Deriyê Sînor ê Serzerê Gazî Salih hat kuştin lê ev bûyer di çapemeniya başûr û medya dijîtal de weke “PKK ew kuştiye” hat belavkirin.

Tê gotin ku ji bo di navbera aliyên kurdan de provokasyonê derxe ji aliyê MÎT’ê hatiye kuştin.

Li aliyê din îhtîmaleke din a ku derdikeve pêş jî ev înfaz tevgereke tasfiyeya hundirîn a Parastinê bi xwe be.

Ji ber ku dewleta tirk li başûrê welat li qadên dagirk kirine mirovan direvîne û înfaz dike ev sûîqest û cînayet bi destê MÎT’ê hatine kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv