Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kuştina George Floyd û nerazîbûnên li Emerîkayê

 

“BÊHNA MIN ÇIKIYA”
HÊRSA LI DIJÎ KUŞTINA GEORGE FLOYD LI EWRÛPAYÊ JÎ BELAV BÛ

Tevî bandora wê ya giran jî, ev çend rojên vîrûsa Korona ji rojeva gelê Amerîkayê derketiye..

Sedema wê jî kuştina welatiyên Afro-Amerîkî Corc Floyd ji aliyê polîsan ve ye..

Bi deh hezaran Amerîkî li dijî tûndiya polîsan li kolanan e…

Ev hêrs derbasî hin welatên Ewrûpayê jî bû..

Di vê navberê de serokê Amerîkayê Trump ji xwepêşandan koma çepgir a binavê Antifa berpirsiyar nîşîan da û got, ew ê vê rêxistinê weke rêxistina terorê ragihînin..

Piştî kuştina bi êşkenceya li kolanê ya welatiyê afro-amerîkîGoerge Floyd ji aliyê polîsan ve, li Amerîkayê rewşeke aloz peyda bû..

Xwepêşandanên li dijî tûndiya polîsan ku li bajarê Mînyapolîsê destpê kirin, di nava çend rojan de li piraniya welêt belav bûn..

Bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyên protestoyî bûn ..

Û êdî rewş ji kontrolê derket..

Li gel ku rêveberiya Amerîkayê li 25 bajaran qedexeya derketinê jî ragihand, ev yek li pêşiya xwepêşandêran nekarî bibe asteng..

Girseya bi slogana “Bêhna min çikiya” bi çalakiyan radibe herî zêde li dijî polîsan bihêrs e..

Lewma li hin deveran navendên polîsan û erebeyên wan hatin şewitandin..

Her wiha zerareke mezin li dikan û kargehan jî bû..

Piştî ku çalakî li nêzî Qesra Spî jî pêk hatin, hêza binavê Parêzvanên neteweyî daketin kolanan..

Û li gelek deveran hêzên artêşê û erebeyên zirxî hatin bicihkirin..

Xwepêşandanên herî dijwar roja Şemiyê li bajarê Îndiyana-polîsê pêk hatin..

Li vir di encama destwerdana polîsan de 2 kes hatin kuştin..

“BÊHNA MIN ÇIKIYA”
TÛNDIYA POLÎSÊN AMERÎKÎ LI ALMANYA Û ÎNGILÎSTANÊ JÎ HAT ŞERMEZARKIRIN

Di vê navberê de çalakiyên protestoyî li dijî tûndiya polîsên Amerîkayê li hin navendên Ewrûpayê jî belav bûn..

Li paytexta Almanyayê Berlînê û ya Îngilistanê Londonê, bi slogana “Ji Corc Floyd re edalet” xwepêşandan hatin lidarxistin..

Meşa li Londonê bi tevlîbûna hezaran kesî pêk hat..

Li ser dîwarên Berlînê wêneyên Corc Floyd û gotina wî ya dawî “bêhna min çikiya” hatin nivîsandin..

“BÊHNA MIN ÇIKIYA”
AMNESTY: POLÎS BÊ SÎNOR ÊRIŞÎ XWEPÊŞANDÊRAN DIKIN

Li aliyê din Rêxistina Efû ya Navneteweyî ragihand ku polîsên Amerîkayê bê pîvan êrişî xwepêşandêran dikin.

Rêxistinê bang li rêveberiya Amerîkayê kir da ku dawî li tûndiya polîsan bîne û erka parastina jiyana çalakgeran bicih bîne..

SEROKÊ AMERÎKA TRUMP:
EM Ê KOMA ÇEPGIR ANTÎFA WEKE RÊXISTINA TERORÊ RAGIHÎNIN

Di wextekî de ku awirên her kesî zîvirên ser kiryarên nijadperest ên polîsan, serokê Amerîkayê hewl da hêrsa gel bi sedemên cûda ve girê bide..

Trump rêxistina çepgir a binavê Antîfa ango Antî Faşîst weke berpirsiyara xwepêşandanên protestoyî nîşan da û wiha got:

Em ê Antîfa weke rêxistina terorê ragihînin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv