KUŞTINA PINAR GULTEKÎN
MALBATÊ CENAZE GIRT Û WÊ LI HÎZANÊ VEŞÊRE
Malbata Pinar Gultekîn cenazeyê qeça xwe girt.
Wê cenaze li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê were veşartin.
Li navçeya Mugla Ula 5 roj bûn ku Pinar Gultekin a 27 salî winda bû.
Di lêgerîna Pinarê de cenazeyê wê li Navçeya Menteşê qada darîstanekê hat ditîn.
Derbarê kuştina Pinar de dozger lêgerin da destpêkirin.
Di encama lêgerîne de ev tişt derketin hole;
Pinar herî dawî bi kesê bi navê Cemal Metîn Avci ku hevalê wê ye berê re tê dîtin.
Li ser vê Cemal Metîn Avci hate binçavkirin û li xwe mikûr hat ku Pinar kuştiye..
Malbata Pinar Gultekîn berê xwe da Mûglayê.
Malbat li Mûglayê çû Saziya Tipa Edlî û cenazeyê Pinar Gultekîn girt.
Wê cenazeyê Pinar Gultekîn li navçeya Hîzanê were veşartin.