Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Lêkolînera Misirî Dr. Fernaz Atiye: Dem hatiye ku doza Kurd çareser bibe. 26.09.2020

Lêkolînera siyasî ya ji Misirê Dr. Fernaz Atiye bal kişand ku dewleta Tirk hewl dide rê li pêşiya belavkirina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku banga azadî û demokrasiyê dikin bigire. Fernaz destnîşan kir ku dem hatiye doza Kurd were çareserkirin û got pêwîste doza Kurd were naskirin, piştgiriya wê were kirin. Fernaz pêngava KCK`ê ya li hemberî mudexeleyên dewleta Tirk jî destek kir.

Lêkolînera Siyasî ya ji Misirê Dr.Fernaz Atiye derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Ereban, doza Kurd û banga KCK`ê ya ji bo avakirina eniyeke hevpar li dijî mudexeleyêndewleta Tirk û sûcên de, pirsên Rojnews bersivandin.

– Desthilata Tirk a niha hewl dide herêmên ku împaratoriya Osmanî berê kontrol kiribûn, dagir bike. gelo asta xeteriya van siyasetan li ser cîhana Ereban çi ye? Çima Erdogan û paritya wî van siyasetan li dijî herma Ereban bi taybet Lîbya, Iraq û Sûriyeyê dimeşîne?

Dewleta Tirk zeîfbûna dewletên Ereban û aloziyên aborî, siyasî, civakî û taîfî yên li wan dewletan bikar anîn û dest bi meşandina siyaseta xwe kir. Tevlihevî û ne aramiyek afirand da ku karibe mudexeleyî kar û barên dewletan bike, timayên xwe yên firehbûnê pêk bîne, berhemên binerd talan bike û bixe bin xizmeta berjewendiyên xwe. Kiryarên dewleta Tirk vîna gelê Tirkiyê rave nakin. Lê belê timayên (Daxwazên) partiya desthilatdar nîşan dide ku hewl didin Osmaniya berê dîsa bînin. Lê rewş û pêvajo cuda ne û ne li gorî wan timayan e. Ruxmî aloziyên ku herêm tê re derbas dibe jî, mirov nikare timayên firehbûnê yên dewleta Tirk qebûl bike. Ne pêkane ku bikaranîna dewleta Tirk ji rewşa aborî û rewşa siyasî li welatên Ereban bi rêya piştgiriya komên diyar yan jî îstismarkirina nakokiya taîfî were qebûl kirin.

Lewre divê dewletên Ereban hewldanên firehbûna dewleta Tirk rawestînin. Li dijî hewldanên firehbûnê yên dewleta Tirk Hinek hevalbendiyên li dewletên mîna Lîbya û Sûdanê têne avakirin hene. Em dizanin ku dewleta Tirk ne tenê dixwaze Deryaya Spî û berhemên wê kontrol bike, timayên wê yên firehkirinê jî hene. Heta li Lubnanê dewleta Tirk mudexele kir û piştî teqîna li Beyrudê xwe weke ku alîkariya gelê Lubnanê dike nîşan da. Lê di rastiyê de ew dixwaze valahiyekê peyda bike da ku bi rêya wê mudexeleya Lubnanê bike.

-KCK`ê pêngava “Na Ji Tecrîd, Faşîst û Dagirkeriyê re Dem Dema Azadiyê ye” bi armanca birêxistinkirin û yekkirina têkoşînê navbera gelên Kurd, Ereb û hêzên demokratîk a li hemberî siyaseta wêrankirinê ya desthilata Tirk û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan da destpêkirin. Gelo hûn van pêngav û însiyatîfan çawa dinirxînin?

Pêngavek wiha li ser asta herêmî û navneteweyî gelekî girîng e. Avakirina têkiliyan bi gelek sazî, rêxistin û kesayetan li ser asta cîhan û dewletên Ereban, tê wateya ku doza Kurd gihîştiye asta navneteweyî û herêmî. Ji ber ku dem hatiye doza Kurd piştî ewqas azarkişandin, piştî ewqas têkoşîna ku Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê tevî tecrîda giran ku dewleta Tirk lê ferz dike meşandiye, çareser bibe. Dem hatiye ku gelê Kurd azad bijî û mafên xwe bidest bixe. Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de bi qirkirinan re rû bi rû maye, lewre divê ev pêngav li ser asta cîhanê deng vede û doza Kurd ragihîne hemûyan. Têgehên şaş ên têkildarî Kurdan rast bike, were naskirin ku Kurd parçekirinê pêk nayînin, an jî li ser kesekî gefan nakin. Ew dixwazin azad bijîn. Dema ragihandina vê pêngavê gelekî guncew e. Ji ber ku di demeke ku dewleta Tirk bi zext û hêrsa navneteweyî û herêmî re rû bi rû maye de, hate destpêkirin. Di encamê de cîhan tê gihiştiye ku Kurd ne terorîst û ne milîsên ku dixwazin ewlehiyê têk bibin. Lê belê gelekî dixwaze bi hev re bi azadî bijî. Baş e ku pêngav ne girêdayî olekî yan jî gelekî ye, deriyên xwe li pêşiya hemûyan vekirine da ku hemû piştgiriya mafê azadî û aştiyê bikin.

Dewleta Tirk û gelek dewletên din ên ku bi hişmendiyeke faşîst difikirin û tenê xwe dibînin, tecrîdê li ser sembola berxwedanê û sembola Kurdan û tevgera wan birêz Abdullah Ocalan ferz dikin. Birêz Ocalan jêdera fikra mirovî ye ku cudahî naxe navbera netew û olan. Fikrên ku banga azadî û demokrasiyê di bin sîwana neteweya demokratîk de dikin. Ew banga sîwaneke mezin ku hemû tê de maf û azadiya xwe bi dest dixin dike. Ne xerîb e ku dewleteke pozbilind mîna dewleta Tirk vê fikrê dorpêç bike û nehêle ku bigihêje tevahiya gelan. Dewleta Tirk ne tenê tecrîdê ferz dike, dixwaze zirarê bide jiyana birêz Ocalan, şewata ku li Îmariyê rû dabû, mînaka herî ber bi çav e.

-Di salên 1980’yan de ji bo ku Îslama siyasî bigihêje desthilata Tirkiyeyê, zemînek ji hêla pergala cîhanî ve hate avakirin. Gelo hîna pergala cîhanî û hinek dewletên herêmî yên hegemonîk tevgerên Îslamî ji bo derxistina tevliheviyê û nakokiyan bi kar tînin an na, bi taybet piştî derketina DAIŞ`ê û kiryarên wê li dijî gelên cîhanê? Gelo dewlet û gelên herêmê dê ji vê tabloyê çi veqetînin?

Li şûna ku em bêjin Îslama siyasî, divê em bêjin siyaseta Îslamkirî. Ji ber ku ola Îslamê banga qirkirina nîjadî û çewisandinê nake. Lê ya rast tevgerên siyasî û radîkal ava bûn. Ji ber ku armanca wê ne serkeftina olê ye, bikaranîna olê li dijî gelên din û çewisandina nasnameyên gelan e. Mîna ku pêkanînên DAIŞ`ê yên li Iraq û Sûriyeyê û hewl daye çand û dîrokê wêran bike. Ji ber wê bi navê ola Îslamê sûcên xwe pêk tînsı. Ew tenê reşkirina ola Îslamê armanc dikin. Wan tevgerên radîkal dijberiya Îslamê kir da ku berjewendiyên siyasî yên aliyên derve li beramberî pereyan pêk bînin. Êdî aliyên ku piştgiriya van tevgeran dikin têne naskirin. Ruxmî ku hinek deweletên koalîsyona navnetewî, di sêrî de jî Amerîkayê rolek di çêkirina DAIŞ`ê de lîstin jî, lê dîsa ev kom li ser asta navneteweyî nayê qebûlkirin.

-Nirxandin hene ku dewleta Tirk bû xetertirîn gefa li dijî ewlehiya Erebî ye û axa gelek dewletên Ereban dagir kiriye, her wiha desteka komên çete yên mîna Îxwanî Muslimîn, El-Qaîde û DAIŞ`ê dike. Kurd jî ev 40 salin dijî dewleta Tirk têdikoşin. Gelo hun Kurdan jî beşek ji vê ewlehiyê dibînin an na? Nêrîna cîhana Ereban a li hemberî têkoşîna Kurdan û mafên wan ên li Tirkiye, Îran an jî Suriyeyê guheriye yan na?

Rewşa li dewletên Ereban ji ber mudexeleyên dewleta Tirk û piştgiriya wê ji komên ku bûne jêdera metirsiyê her ku diçe dijwartir dibe. Dewleta Tirk bi aramnca pêkanîna timayên xwe yên firehkirinê bi hinceta ‘şerê li dijî terorê’ mudexeleya Iraq û Sûriyê kir. Dewleta Tirk desteka terorîstan dike, me ev tişt li Sûriye û Iraqê dît. Sînorên xwe ji bo tevgerên wan vekirin, sûcên ku bi hevkariya çeteyên xwe li herêmên dagirkirî pêk tîne sûcên hovane ne. Avê qut dike, daran dibire, baç ferz dike û gelek sûcên din li dijî Kurdan û gelê Sûriyeyê bi giştî pêk tîne. Heta gihîşt astekekê ku cezayên Qeyser bi kar bîne, herêmê asîmîle bike û dirava xwe li herêmên dagirkirî ferz bike. Hemû têdigihêjin guhertina lîreya herêmî bi yeka din biyanî tê çi wateyê. Ew mîna qutkirina axa welatekî din û dagirkirina wê ye. Lîbya jî ji destê dewleta Tirk nefilitî. Dewleta Tirk li wir sûcên li dijî mafên mirovan û qanûna navneteweyî pêk tîne. Çeteyan ji bakurê Sûriyê li beramberî pereyan, vediguhêzîne Lîbyayê. Yanî armanca wê ya sereke xêzkirina nexşerêyek siyasî ya nû ye da ku cihê xwe li herêmê bigire. Li rex vê jî rageşiyên wê bi Qibris û Yewnanistanê re heye. Lewra divê bendek ji gavên wê re were dayîn.

Her ku zêdegaviyên dewleta Tirk hebin, li hemberî van mudaxeleyên hovane, dê piştgiriya welatên Ereban jî bo gelê Kurd hebe. Bi taybet hinek dewletên Ereban ji Konseya Ewlehiyê xwestine ku girtekên li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk bigire. Yanî dibe ku pêngavên piştgiriyê hebin. Ji ber ku gelek Ereb doza Kurd nas nakin. Rastiya wê dozê nas nakin. Lewre divê xebat bêne meşandin da ku doza Kurd bi Ereban bidin nasandin. Ev ne tenê erka rewşenbîran e, erka hemû kesan e. Divê herkes zanibe ku mafê Kurdan di azadiyê de heye û xwedî dozeke rewa ne.

Girêdayî beşa din a pirsê dikarim wiha bêjim. Belê dîtina cîhanê li hemberî Kurdan hatiye guhertin. Êdî li cem me pergalên federalî hene ku Kurdan qebûl dikin. Her çiqasî Kurd rastî nerazîbûnên hinek pergalan an jî koman werin jî, lê bi gelemperî êdî dîtina ji Kurdan re tê guhertin, bi taybet li ser asta hinek fermandariyan û çîna rewşenbîran. Mîna ku li Misirê rû dide, êdî fikra ku Kurd li dijî ewlehiya Ereban dibîne, tune dibe. Êdî em têgihîştin ku Kurd beşek ji eniya parastina berjewendiya Ereb û Kurd ên hevpar in. Bi taybet li gel aloziyên ku dewleta Tirk û Îranê li welatên Ereban derdixin da ku zeîfbûna wan dewletan bi kar bînin, ji bo berjewendiyên xwe parçe bikin, milîsan leşker bikin da ku bi rêya wan gefan li wan dewletan bixwin û guhertina demografîk pêk bînin mîna ku li Sûriyê, Iraq û Lubnanê rû daye.

-Ji bo ku şêniyên herêmê ku gel û civakên xwe ji mudexele û gefên herêmî û cîhanî biparêzin, gelo pêkane enîyeke têkoşînê ya hevpar di navbera hêzên demokratîk de û hevalbendiyeke Ereb-Kurd were avakirin? Eniya hundirîn dê çawa xurt bibe?

Heke îtiraf bi doza Kurd hate kirin, heke dijminên hevpar ji bo Kurdan û Ereban hatin naskirin, heke hîma hevpar a di navbera Kurdan û Ereban de di ber çavan re hate derbaskirin, ev yek dê rolek di rakirina tevahiya bendan di navbera Kurd û Ereband de bilîze û têkoşîneke hevpar biafrîne. Mînaka herî mezin çîna rewşenbîran a cîhana Ereban û gelek kesên din ên doza Kurd diparêzin e. Qad û navendên taybet ên girêdayî doza Kurd, bi taybet li Misirê têne vekirin. Yanî têgihiştina doza Kurd bi awayekî rast, mîna vekirina deriyekê ji tevahiya aloziyan re ye û dê bibe amûrek da ku benda di navbera Kurd û Ereban de ji holê rabe.

– Li gel siyaseta dewleta Tirk a ku niha li herêmê dimeşîne, her wiha li gel paşguhkirina tevgerên wê ji hêla gelek aliyên navneteweyî ve, wê dozên nakok çawa çareser bibin da ku rê li pêşiya mudexeleyên derve bê girtin?

Tunekirina tevliheviyê bi yekîtiyê pêkane. Divê aliyên herêmê pişta xwe nedin dewletên derve. Ji ber ku ev dê hewldanek binkeftî be. Dewletên herêmî li berjewendiyên xwe digerin. Ev yek bi gelek dewletên Ereban re çêbû. Lewra çareserî ew e ku hêzên hundirîn bê mudexeleyên derve li hev bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv