Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li nêzî riya M4 gundewarên Girê Spî gulebaran kirin.
Di encama êrişê de şêniyê bi navê Mihemed Xelef Silêman ê 36 salî qetil kirin.
Mihemed rakirin nexwşxaneya Şehîd Umer Elûş, lê ji ber birîna wê ya giran jiyana xwe ji dest da.
Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku Mihemed Xelef Silêman dema ku pezê xwe li gundê Tirwaziyê yê kantona Girê Spî diçêrand ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hat gulebarankirin.
Li gorî şêniyan, Mihemed Xelef Silêman koçberek ji bajarê Himsê ye û li gundê Selhebiyê yê rojavayê Reqayê, ji bo çêrandina pez li gundê Tirwaziyê dima.