Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Leyla Guven: Divê PDK xefka dewleta Tirk bibîne û li dijî dagirkeriyê derkeve 12.09.2020

 

HEVSEROKA KCD’Ê LEYLA GUVEN:
DIVÊ PDK XEFKA DEWLETA TIRK BIBÎNE Û LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DERKEVE

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li ser hevkariya PDK’ê ya bi Dewleta Tirk re axivî.

Leyla Guven ji PDKê xwest ku nekeve xefka Dewleta Tirk û li dijî dagirkeriyê derkeve.

Hevseroka KCD’ê bang li partiyên nû yên li Tirkiyê kir ku deklarasyona aştiyê ya HDP’ê îmze bikin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li ser rewşa dawî ya siyaseta Kurdistan û Tirkiyê ji ajansa mezopotamya re axivî.

Leyla Guven destpêkê bal kişand ser xebatên yekîtiya netewî ya Kurdan û got hêzên di sala 1999’an de Rêber Apo radestî Tirkiyê kirin naxwazin Kurd bibin yek.

Hevseroka KCD’ê anî ziman ku bi destê PDK’ê Kurdan tînin hemberî hev û wiha got;

Li ku derê cîhanê dibe bila bibe Dewleta Tirk li dijî hebûna Kurdan e. Divê PDK vê yekê bibîne. Bi bahaneya PKK’ê axa Başûrê Kurdistanê tê dagirkirin. Divê PDK li dijî vê dagirkeriyê derkeve. Kesekî ku li dijî referandûma Kurdistanê derketibe wê çawa bibe dostê te. Ev yek xefkeke ji bo PDK’ê, divê bibîne.

HEVSEROKA KCD’Ê LEYLA GUVEN:
LI TIRKIYÊ KÎ DIXWAZE SIYASETÊ BIKE DIVÊ HÊZA KURDAN BIBÎNE

Leyla Guven diyar kir ku meseleya Kurdan meseleyek kûr û dirêj e û wiha axivî;

Birêz Ocalan ji bo meseleya Kurd digot heta ev pirsgirêk bi awayekî demokratîk çareser nebe, wê her tim li Tirkiyê darbe hebin. Lewma kî dixwaze li Tirkiyê siyasetê bike, divê vê rastiyê bibîne. Niha jî hun dibînin kî partiyê ava dike ji bo Kurdan tiştekî dibêje. Ji ber ku dizanin Kurd li vî welatî hêzek in.

Hevseroka KCD’ê bal kişand ser deklerasyona HDP’ê ya ji bo aştiyê jî.

HEVSEROKA KCD’Ê LEYLA GUVEN:
EGER PARTIYÊN NÛ JI DIL BIN BILA ÎMZEYA XWE DEYNIN BIN AŞTIYÊ

Banga min li wan partiyên nû heye. Eger hun dixwazin di pirsa Kurd de baldar bin, werin îmzeya xwe deynin bin deklarasyona aştiyê. Wê demê emê zanibin bê niyeta we çi ye. Ji bo aştiyê Kurdan gelekî hewl da. Banga ji bo şer hêsanî ye, lê aştî bedelan dixwaze. Werin em ji bo aştiyê rabin ser piyan. Çi destê me were em bikin.

Leyla Guven anî ziman ku Dewleta Tirk bi siyaseta xwe li derve û hundur xitimî ye.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven got: desthilatdariya AKP-MHP’ê wê biçin, lê heta biçin jî wê dev ji konsepta şer bernedin.

Leyla Guven ragihand ku ew bi faşîzmê re muzakereyan nakin û ewê heta dawî li dijî faşîzmê têbikoş in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv