Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Almanyayê qedexeya li ser PKK’ê 03.12.2020

 

LI ALMANYAYÊ QEDEXEYA LI SER PKK’Ê
24 SAL LI TIRKIYÊ 3 SAL LI ALMANYAYÊ GIRTÎ MA

Siyasetmedar Bedrettîn Kavak û dostê kurdan Wolfgang Seibert li dewa kurdî xwedî derdikevin, ji aliyê hikûmeta Alman ve tên ceza kirin.

Rojnama Yenî Ozgur Polîtîka bi wan re têkildarî xala 129b’yan axiviye.

Siyasetmedar Bedrettîn Kavak 63 salî ye, ev şoreşgerê kurd 27 salên xwe li zindanên dewleta tirk û alman derbas kiriye.

Niha jî li Fransayê li sirgûniyê de ye û doza xwe didomîne.

Bedrettîn Kavak di dema cuntaya faşîst a 12’ê îlonê de li navça Riha Siweregê tê girtin.

Piştî îşkenceyan wî jî dixin zindana 5 Nolu ya Amedê.

Dema dikeve zindanê 18 salî ye.

Li zindanê îşkence dibîne, di bexwedan û grevên birçîbûnê de dibîne, têde cih digre.

Dema ji zindanê derdikeve 42 salî ye.

Bedrettîn kavak piştî ji zindanê derdikeve di partiyên weke HADEP û DEHAP’ê de xebatên xwe yên siyasî dewam dike.

Lê ji ber zextan berê xwe dide Ewropayê û doza azadiya kurdî li Ewropayê didomîne.

Dewleta alman ku bi qedexeya PKK’ê nêçîra kurdan dikir destpêkê bi qasî 3 salan Bedrettîn Kavak dişopîne.

Piştre jî 3 salan li Almanyayê tê hepskirin.

Bedrettîn Kavak dibêje ev qedexe mexdûriyeta kurdan zêde dike ji ber wê jî divê Almanya êdî dawî li vê şermê bîne.

Ne bi tenê kurd dostên kurdan jî di nêçîra hikûmeta alman de ne.

Çeteyên DAIŞ’ê, faşîstên tirk û neo nazî li Almanyayê didin xar û cirîdan lê dema ku kurdek behsa mafên xwe bike tê girtin. Dostekî kurdan rabe behsa doza kurdî bike tê lêpirsînkirin.

Wolfgang Seibert li Almanya Pinnebergê rûdînê di navbera 2003 -2018’an de ji ber ku piştevaniya Tevgera Azadiyê kiriye polêsan du caran avêtine ser mala wî û der barê wî de du lêpirsîn dane destpêkirin.

Wolfgang Seibert dibêje hikûmet çi jî jê bike wê dev ji piştevaniya bi kurdan re bernede û wiha diaxive:

Ez bawer dikim ku kurd wê têkoşîna xwe bi ser xin û azad bijîn.

Min pirtûka Ocalan xwend, ew tez rast in û ez wan girîng dibînim.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv