Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li Amed û Dilokê qirkirina siyasî li dijî HDP û DBP

 

Hêzên Tirk ên dagirker li Amed û Dîlokê li dijî jinan û HDP’ê dest bi qirkirina siyasî kirin.

Li Amedê tevî berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û rojnamevan Ayşe Guney bi dehan jin kirin binçavan.

Li Dîlokê jî, tevî Hevserokên HDP û DBP’ê 33 kes hatin binçavkirin.

TEVÎ AYŞE GOKKAN Û AYŞE GUNEY BI DEHAN JIN HATIN BINÇAVKIRIN

Li Amedê hêzên Tirk ên dagirker bi qirkirina siyasî dest bi roja xwe kirin.

Hedefa qirkirina siyasî jî jin in.

Polîsan bi awayekî hemwext avêtin ser gelek malan.

Di dema serde-girtinan de derî û cam şikandin û tiştan li malan jî serobino kirin.

Polîsên Tirk di encama serde-girtinan de berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, berdevka Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezoptomyayê û edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, Hevseroka MED-TUHAD-FED’ê Elî Haran,di nav de bi dehan jin kirin binçavan.

Navên hin jinên binçavkirî jî wiha ye:

Figen Ekti, Zekiye Güler, Rabia Ataş, Hatun Yıldız, Demet Özkaran, Ronda Bat, Güneş, Rozerin Çatak, Panayır Çelik, Emine Kaya, Dilan Yakut, Zeynep Suncak Kaya, Halime Bayram

TEVÎ HEVSEROKÊN HDP Û DBP’Ê 33 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Qirkirineke din jî li Dîlokê, li dijî HDP û DBP’ê pêk hat.

Polîsên Tirk li navenda Dîlok û navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîlê avêtin ser bi dehan malan.

Polîsan wekî Amedê, li Dîlokê dema serde-girtinan derî û pac şikandin.

Di serde-girtinan de tevî Hevserokê HDP’a bajêr Musa Aydin û Hevserokê DBP’a bajêr Mehmet Vural 33 kes kirin binçavan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv