LI AMED Û MÊRDÎNÊ QIRKIRINA SIYASÎ
BERDEVKA TJA AYŞE GOKKAN Û GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN
Polîsên Tirk li Amedê, bi ser mala berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan de girtin û ew kirin binçavan.
Polîsan wekî bahane jî lêpirsîneke sala 2014’an nîşan dan û Ayşe Gokkan birin Mêrdînê.
Hêzên Tirk li Mêrdîn û navçeyên wê; Dêrîk, Artuklu û Qoserê jî qirkirina siyasî pêk anîn.
Di serde-girtina malan de hevşaredarê Kerboranê Ahmet Încî û 13 kesên din kirin binçavan.
Li Edeneyê di serdegirtina malan de polîsên Tirk Bedrî û Çetîn Altan û kesekî din kirin binçavan.
DARBEYA LI DIJÎ HDP’Ê
HEVSEROKÊN HDP’A AMEDÊ HATIN GIRTIN
Hevserokên HDP’ê yên rêxistina Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyyat Ceylan, Hevserokên HDP’ê yên rêxistina navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya piştî 8 rojan sewqî dadgehê hatin kirin.
Dozgerê Tirk bi daxwaza girtinê hevserokan sewqî dadgehê kirin.
Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyyat Ceylan hatin girtin, Hevserokên HDP’êy yên navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
LI AMED Û MÊRDÎNÊ QIRKIRINA SIYASÎ
TJA Û ÎHD LI DIJÎ QIRKIRINA SIYASÎ HELWEST NÎŞAN DAN
Aktîvîstên TJA’yê li amedê daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku kesên hatine binçavkirin werin berdanê.
Aktîvîstên TJA’yê li Şirnexê daxuyanî dan û livûtevgera qirkirina siyasî şermezar kirin.
Daxuyaniyeke din jî li Mêrsînê hebû.
Aktîvîstên TJA’yê tevgera qirkirina siyasî ya AKP/MHP’ê bi tûndî şermezar kirin û peyama berxwedanê da.
Koimeleya Mafê Mirovan ÎHD şaxê Amedê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku AKP bi zextên sîstematîk hewl dide HDP’ê krîmînalîze bike.
ÎHD’ê xwest ku hevserokên HDP’ê demildest werin berdan.