Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Amedê bange li PDK hate kirin ku ji siyaseta şerxwaz dûr bikeve û diyalogê esas bigire

 

 

Di demeke ku rejîma faşîst Tirkiye û bakurê Kurdistanê veguherandiye zindanê de

Bi pêşengiya DBP’ê li Amedê çalakiyeke pêk hat.

Xelkê Amedê bi dengekî bilind azadiya Rêber Apo qêriya.

DBP’ê diyar kir ku ew ê li hemberî siyasetên dijî yekîtiya netewî rawestin

Û bang li PDK’ê kirin ku neyê lîstokên dewleta Tirk a dagirker û bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.

LI SER POLÎTÎKA Û PROVOKASYONÊN PDK’Ê LI AMEDÊ DAXUYANÎ:
‘EM RÊ NADIN ŞEREKÎ NAVXWEYÎ, DIVÊ PIRSGIRÊK BI RÊYA DIYALOGÊ WERIN ÇARESERKIRIN

Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê li ser provokasyonên demên dawî yên PDK’ê li Amedê xwepêşandanek li dar xist.

Nûnerên TJA, HDP, KCD û dayikên aştiyê jî di nav de bi sedan kes li kolala Hunerê kombûn..

Li vir polîsan hewldan çalakiyê asteng bikin.

Lê belê gel barîkatên polîsan şikandin û bi siloganên ‘Bijî Serok Apo û Bijî yekitiya kurdan’ ber bi parka Ofîsê ve meşiyan.

Dema gel gihîşt parka Ofîsê daxuyaniyek hat dayîn..

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz daxuyaniya bi zimanê Tirkî xwend.

Salîha Aydenîz îşaret bi girîngiya sazkirina tifaqeke mayînde ya di navbera Kurdan de kir û got:

Di demeke wisa hesas de di serî de jin divê em rêdin şerekî ku li di berjewendiya dagirkeriyên Kurdistanê de ye.

Divê em yekîtiya xwe xurt bikin û bi rêya diyalogê birsgirêkên heyî çareser bikin..

Paşê daxuyaniya Kurdî ji aliyê parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş ve hat xwendin.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv