Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Amedê cenazeyê kesekî hat dîtin, tê texmîn kirin ku cenaze yê berxwederekî Sûrê be 07.02.2021

 

LI AMEDÊ CENAZEYÊ KESEKÎ HAT DÎTIN
TÊ TEXMÎNKIRIN KU CENAZE YÊ BERXWEDÊREKÎ SÛRÊ BE

Li navçeya Sûrê ya Amedê cenazeyê kesekî hate dîtin.

Karkerekî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji rojnameya Welat re ragihand ku li qada navbera Dêra Katolîk û Mescîda Hasirliyê, di dema kolandinê de ‘cenazeyekî ku li paçekî spî pêçandî’ hate dîtin.

Xebatkarê şîrketê ragihand, polîsên ku hatin cihê bûyerê ew ji herêmê derxistin.

Bi hatina polîsan ve qad hatiye dorpêç kirin, piştî lêkolînên Saziya Tipa Edlî bi dawî bûye û şûn ve cenaze ji aliyê polîsan ve hate birin.

Tê texmînkirin ku cenaze yê kesekî di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin e.

Karê ji bo tespîtkirina nasnameya kesê cenazeyê wî hate dîtin hîn nehatiye kirin.

Lê belê tê texmînkirin ku cenazeyê Hakan Arslan ê ku 22’ê Çileya 2016’an jiyana xwe ji dest da, li Mizgefta Hasirli hatiye veşartin.

Malbat pênc sal in li cenazeyê kurê xwe digere.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv