Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Amedê çerxa gendelî û fihûşê: peyayên AKP’ê li Amedê jî bi milyonan lîre pere dizîne 12.01.2021

 

LI AMEDÊ ÇERXA GENDELÎ Û FIHÛŞÊ
PEYAYÊN AKP’Ê LI AMEDÊ JÎ BI MILYONAN LÎRE PERE DIZÎNE

Li Amedê peyayên ku şerê rejîma faşîst Erdogan ew weke midûr tayîn kirine çerxeke gendeliyê çêkirine.

Di esasê xwe de ev bûyereke nû nîn e.

AKP ji dema ku li ser postê desthilatê rûniştiye çi karên nelirê û gendelî hebe kiriye.

Di serdema 17-25’ê kanûna 2013’an ji mala wezîr û kizîrên AKP’ê bi qutiyan, bi milyonan dolar pere derketin.

Heta şefê rejîma faşîst Erdogan li kurdê xwe Bîlal geriya got, wan peran ji malê derxe. Pere bi milyonan dolar û ewro bûn.

Îcar pêşiyên kurdan gotiye, “Xeta xwar ji gayê pîr e.”

Peyayên AKP’ê yên li navçe û bajaran jî li mezinê xwe dinêrin û ew jî talan dikin û didizin.

Di bûyera gendeliya li Amedê de midûrê mala mamosteyan ê berê û serokê Egîtîm Bîr Sen’ê Yunus Memîş ku navê wî di bûyerên tacîzê de jî derbas bûbû tevî rêvebirên saziyê hene.

Di heman bûyerê de navê; Midûrê Perwerdeya Netewî ya Amedê yê berê Feysel Taşçier,

Cîgirê Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Bajêr ê berê Serkan Batûr, Prof. Dr. Kemal Çelen, Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Amedê Alîcan Ebedînoglû û karsaz Yûsûf Vûral, Şeyhmûs Mete, Nîhat Guneş jî di nav de 26 kes hene.

Der barê van kesan de ji ber îhaleyên ji sala 2016’an heta 2019’an çêkirine dosya hatiye vekirin.

Di nava delîlên dosyayê de kesên ku ev çerx danîne di ser zêrfiroş perê fihêl dikin.

Zêrfiroş Mûstafa Engîn û Celîl Engîn jî qebûl dikin ku pere danîne gel wan, car pê zêr standine car jî pê dolar û ewro kirîne.

Peyayê AKP’ê Memîş sûdariyên der barê xwe de red dike, lê balkêş e nikare îzah bike ku ev pere ji ku anîne.

Ev kesên ku navê wan di nava vê çerxa qirêjî de derbas dibe li mala mamosteyan a Amedê jî toreke fihuşê çêkirine.

Serkêşiya vî karê qirêj jî dîsa Yunus Memîş û hevalê xwe Alî Konan dikin.

Bi kamerayên li odeyan bi cih kirine şantaj li karsazan kiriye. Ji bo tora fihuşê jî mamosteyan bi kar aniye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv