Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Amedê li ser tecrîdkirina Rêber Apo panelek hat lidarxistin 08.01.2021

 

LI AMEDÊ LI SER TECRÎDKIRINA RÊBER APO PANEL
“BIRÊZ OCALAN JI BO TEVAHIYA MIROVAHIYÊ LI BER XWE DIDE”

Rêxistinên Partiya Demokartîk a Gelan HDP’ê têkildarî tecrîtkirina rêber APO û berxwedan zîndanan panelek li darxistin.

Panel li salona konferasnê ya HDP’ê pêk hat û gelek kes tevlî bûn.

Piştî rêzgirtinê rêveberê komeleya 78’an Ganî Alkan axivî û qala dîroka çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê kir.

Rêveberê komeleyê Şeyhmûs Dokû jî diyar kir ku ew ê hîn bêtir xwe bi rêxistin bikin û tecrîdê bişkînin.

Paşê parêzer û wasiyê rêber APO Mazlum Dînc axivî û îşaret bi berxwedana rêber APO a li greva Îmraliyê kir.

Mazlum Dînc got:

Birêz Ocalan di nava sert û mercên zahmet de li greva Îmralî ji bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe dide.

Pergala li Îmraliyê li tu deverên cîhanê tuneye. Ji ber ku ji projeyên birêz Ocalan ditirsin ewqas tecrîdê dişidînin.

Mazlûm Dînc anî ziman ku ew ê xwe tu carî fêrî tecrîdê nekin û ji bo azadî û serbestiya birêz Ocalan têkosîna xwe bidomînin.

Piştî axaftinan panel bi pirs û nirxandina beşdarvanan bi dawî bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv