Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Li Amedê mêrek hevjîna xwe da ber kêran û giran birîndar kir

 

 

“KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E”

Li Amedê jina binavê Sevda ku nû zarok anîbû dinê rastî êrişa bi kêrê ya hevjînê xwe hat.

Sevda a rakirin nexweşxanê rewşa wê girane.

Li Riha yê jî mêrekî dema ku hevjîna wî xwest jê veqete êşkence li zarokên xwe kir.

Doh li taxa Cevatpaşa ya navçeya Amed Sûrê zilamekî hevjîna xwe Sevda Y. ku nû zaroka wê çêbûbû kêr kir.

Sevda ya bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyubiyê.

Mêrê êrişkar piştî bûyerê reviya.

MÊREKÎ 2 ROJAN ZAROKÊN XWE KIRIN HUNDIR Û ÊŞKENCE LI WAN KIR

Ev wêneyên êşkenceya li zarokan li Rihayê hatine qeydkirin.

Bûyer li taxa Yavûzselîm a Xelîliyê rûda.

Mêrê bi navê Ramazan Çakmak ev 10 sale şidet li hevjîna xwe Narîn Çakmak dikir.

Li ser vê yekê Narîn xwest tevî zarokên xwe hemûyan ji mal derkeve û xwe spart mala dê û bavê xwe.

Lê tenê dikarî zarokeke xwe bibe.

Ramazan Çakmak piştî vê yekê du rojan êşkencekeye giran li 3 zarokan dike.

Piştî ku cîranan ferq kir, zarok ji destê zilamê hov hatin rizgarkirin û ew jî hat binçavkirin.

Zarokên hatine êşkencekirin travma derbas kirine û rewşa wan a derûnî ne başe.

Li ser laşê zarokan jî şopên êşkenceyê û gelek deverên birînbûyî hene.

ZOZAN KAYA: KEÇA MIN HAT KUŞTIN

Li aliyê dinê mirina jinên bi goman jî di rojevê ye.

7’ê Gulanê Ceylan Akpolat a 25 salî, li mezraya Şîrîk a gundê Silêman Kombet ê navçeya Xamûrê ya Agiriyê mirî hatibû dîtin.

Derketibû holê ku Ceylan Akpolat beriya bûyerê bi çend rojan ji ber şideta mêrê pêre zewicî Fecrî Akpolat serî li Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê dabû.

Li ser gilîkirinê piştî îfadeya Fecrî Akpolat û bavê wî tê girtin, serbest tên berdan.

4 roj piştî gilîkirinê Ceylan Akpolat li malê darvekirî hatibû dîtin.

Di lêpirsîna ku li ser gilîkirina malbata Akpolat hatibû destpêkirin de heta niha tu pêşketinek çênebûye.

Dayika Ceylan Akpolat Zozan Kaya, dibêje ew bawer nake ku keça wan xwe kuştibe û got, Ceylan hatiye kuştin.

Bavê Ceylan Akpolat Zubeyîr Kaya jî destnîşan kir ku keça wî xwe nexkuştiye hatiye xeniqandin.

Dayîk û bavê Celayn Akpolat daxwazê dikin ku mirina keça wan were ronî kirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv