Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CiwanNûçeyên Dawî

Li Amedê Polîsên Tirk li ciwanekî Kurd êşkence kirin û wêneyên Wî kişandin

 

WÊNEYÊ ÊŞKENCEYÊ
POLÎSÊN DEWLETA TIRK LI AMEDÊ ÊŞKENCE LI KURDEKÎ KIRIN

Wêneyekî din yê hovîtiya polîsên Tirk û nijadperestiya li dijî Kurdan radixe ber çavan jî, ji Amedê hat.

Polîsên Tirk êşkence li ciwanekî Kurd kir û wêneyê êşkenceyê jî parve kirin.

Ev wêneyê hûn temaşe dikin, li Muduriyeta Polîsan a Amedê hatiye kişandin.

Polîsên Tirk êşkence li ciwanê Kurd, M.E.C yê tê îdaîkirin polîsek kuştiye, dikin.

Ciwanê Kurd tazî kirine, êşkence kirine û wisa wêne kişandine.

Ev wêneyê hovîtî û dijminahiya li Kurdan jî belav kirin.

Ev wêneyê hovîtiyê jî, bi riya şêwirmendê wekîlek partiya nijadperest a Tirk Emre Soylu parve kirin.

Piştî ku wêne hate parvekirin, di medya civakî de rastî nerazîbûna tûnd hat.

Bi hezaran kesan bi hastagên “Tirkiye êşkence li KUrdan” wêneyê êşkence û dijminahiya li dijî Kurdan parve kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv