SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
LI AMEDÊ TEVÎ ÊRIŞÊ JÎ DENGÊ “BIJÎ SEROK APO” BILIND BÛ
Li ser banga HDP’ê girseya gel li kolanên Amedê li dijî komploya 15’ê Sibatê meşiya.
Li milekî ev çalakî, li milê din jî faşîzma AKP-MHPê li dijî parlementerên HDP’ê hebû.
Li ser astengkirina meşê, hevserokên DBPê Salîha Aydenîz, Keskîn Bayindir, tevî parlementeran çalakiya rûniştinê li darxistin.
SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
LI WAN, AGIRÎ, EDENE Û MÊRSÎNÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
Li Wanê jî rêxistina HDP’ê li baxçeyê avahiya xwe daxuyaniyek da.
Parlementera bajêr Muazzez Orhan daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin, wê li dijî her cûre polîtîkayên êriş û komployan, têkoşîn were mezinkirin.
Li Agirî jî daxuyanî li avahiya HDPa Bazîdê hat dayîn.
Hevserokê HDP a Bazîdê Abdullah Ekelîk daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku komploya Ocalan kirî hedef îro jî bi tecrîdê didome.
Daxuyaniyeke din jî li Edenê ji aliyê HDP’ê ve hat dayîn.
Hevseroka HDP a Edenê Gulseren Tural daxuyanî xwend.
Li vir jî hat gotin, komplo li dijî jiyana azad a gelên herêmê hat kirin.
Li Mêrsînê jî HDP’ê li avahiya xwe bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî şermezar kir.