LI AMERÎKAYÊ DEWRA TRUMP BI DAWÎ BÛ
NAMZETÊ DEMOKRATAN JOE BIDEN BÛ SEROKÊ NÛ YÊ AMERIKAYÊ
Li Amerikayê namzetê Demokratan Joe Biden bû serokê 46’an yê Amerîkayê
Piştî ku encamên eyaleta Pensilvanya û Nevada diyar bûn, çapemeniya Amerikayê ragihand ku namzetê Demokratan Joe Biden pirnaiya delegeyan yanî 279 deleyan bi destxisitye û ew edî serokê nû yê Amerikayê ye.
Gelo ev rewşa nû wê bandoreke çawa li Rojhilata Navin û Kurdan bike.
Par di dema êrişa dewlet tirk ya li ser Girê Sipî û Serê Kaniyê de, Jo Biden helwesta Trump ku rê li ber êrişa tirk vekiribû weke şerma Amerikayê bi nav kiribû û Kurdan jî weke hevalbendên îlan kiribû.
Niha Kurd mereq dikin ka Gelo Joe Biden û ekiba wî ya nû vê hevalbendiya xwe ya bi kurdan re bidomînin ya ewê jî weke ekîba Trump bibin alîgirên siyaseta Tirkiyê ya li hemberî Kurdan.
Tê Zanîn ku derdorên hukumeta tirk pir alîgirên hilbijartina Trump bûn. Hem di meseleya gendiliya malbata Erdogan de ku doza wan hê ji li dadgehên Amerikayê dewam dike, hem jî di meseleyên Rojhilata Navin de, Ekiba Trump û hukumeta AKP li hev kiribûn.
Ev rewşa wan çi dibe wê di rojên pêş me de diyar bin.
Lê ji niha ve ji ber tesîra wendakirina Trump pereyê tirk qimeta xwe wenda kir. Piyasa Tirkiyê serûbin bû.
Feqirî û xizanî li benda gelên Tirkiyê ye.
Piştî encamên Pennsilvanyayê û Nevada hatin aşkekekirin, mazetê Demokratan Joe Biden bû xwediyê 279 delegeyan û serkeftina xwe di hilbijartina Amerîkayê de mîsoger kir.
Bi vî awayî Jeo Biden bû serokê 46’ê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Çapemeniya Amerikî û ya cîhanê ev nûçe piştrast kirin.
Lê Danald Trumûp hê jî di wê baweriyê de ye ku dengên wî hatine dizîn, lewma dibêje ewê serî li dadgeha bilind bide.
Parêzerên wî dan xuya kirin ku li gelek eyaletan ewê encama hilbijartinan îtiraz bikin.