Di demên dawî de derbarê germbûna avhewaya li Qutba Bakur rapor li ser raporê tê weşandin
Lê rapora vê carê bi senaryoya xwe ya wekî karesatê ji yên berê cudatir bû
Zanyar texmîn dikin, eger rewş bi vî awayî bidome wê êdî havînan hemû qeşaya Deryaya Arktîkê bihele.
Ev jî dikare bibe sedemê tofanekê.
Zanyarên ji Zanîngeha Oregonê û Ajansa Fezayê ya Amerîkayê NASA’yê di derbarê leza helîna qeşaya Arktîkê li defa hawarê dan.
Li gorî vê, qeşaya li vê herêmê wê di Îlonê de dakeve asta xwe ya herî kêm.
Lêkolîn nîşan dide, Arktîk ji aliyên dinê cîhanê 3 qat zêdetir germ dibe.
Ew jî bûye sebeb ku ji salên 1980’an û vir ve nîvê qeşaya li herêmê bihele.
Helbet germahiya bê serûber herî zêde havînan bi bandor dibe.
Havînên salên borî, ji 6 milyon kîlomotre kare qeşaya herêmê, qasî 3 milyon kîlomotre kare diheliya.
Lê niha ev hejmar gelek zêde bûye û lewma îhtimala senaryoyeke wekî xewnereşkê derketiye holê.
Zanyar di wê baweriyê de ne, eger germahî bi vî awayî dewam bike, wê ji sala 2035’an û pê ve êdî havînan hemû qeşaya Arktîkê bihele.
Û ev rewşî dikare bi xwe re felaketên mezin bîne serê cîhanê û mirovahiyê.
Piştî diyarkirina vê rastiya jandar, niha pirsa sereke ya ev e:
Gelo wê helîna tevahiya qeşayê bandoreke çawa li aliyên din ê cîhanê bike?